
‘Kesên fermanê didin dibin paşa’
Di serlêdanê de dayika endamê HPG’ê Muzaffer Pehlîvan (Zafer) Meyaser Pehlivan, bi çavên girî diyar kir ku ew dê ji kesên zarokên wan qetîlkiri hesab bipirsin. Pehlîvan, da zanîn ku laşe lawê wê ne wek mirovên bi asayî hatiye kuştin bû û wiha pedê çû „Çawa dikarin vê bikin? Qet natirsin? Her wiha kesên ku ve fermanê didin îro dibin paşa.“
Malbata Pehlîvan diyar kir ku, sala 2006 de operasyona 14 HPG’iyên di nav wan de lawê wan ji hebû jiyana xwe ji dest dabû û ji aliye Serok Fermandariyê Giştî yê niha Necdet Ozel hatibû koordînekirin.
Sekrêterê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê M. Racî Bilîcî jî, da zanîn ku di derheqê bûyarê de xebatên wan bi lezgînî didome û dê di rojên peş de dê serî dozgeriyê bidin.
DÎHA/AMED