
Malbatan bersiva pirsên ajansa nûçeyan ya dîcle DÎHA’yê dan û diyar kirin ku, ji bo pêvajoya hiqûqî ya madî û manewî bi awayeke rast û dirust bimeşe wan di 27'ê Sibatê de serlêdan pêk anîne û bibîr xistin ku heta bûyer ronî bibe ewê tezmînatê negirin. Birayê Seyîtxan Ençu di komkujiyê de jiyana xwe jidest daye Kerem Ençu, ji ajansa DÎHA’yê re axivî û anî ziman ku, ji bo ew tezmînatê bigirin serî lênedane û got; "Bedenê 34 mirovên me parçe parçe kirin. Bila kes hêvî neke ku em xwîna zarokên xwe bifiroşin. Em dixwazin kujerên 34 mirovên me bên aşkerakirin û darizandin."
Ençu diyar kir ku, serlêdana wan a walîtiyê, wekî; "malbatan ji bo tezmînatê bigirin serî li walîtiyê dan" hatiye teyîsandin û wiha axivî: "Bila kesek mijara tezmînatê ji me re veneke. Ji bo ku hiqûq bi awayeke rast û dirust bimeşe û pêşiya serlêdana Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê bê vekirin, me serî li walîtiyê da. Lêgerînên me yên edaletê tê berovajîkirin. Zarokên me yên bên firotin nîn in. Em vê yekê tu caran qebûl nakin."
'Berpirsê bûyerê AKP ye'
Ençu destnîşan kir ku ji ber 60 roj dema zagonî temam bûye wan bi armanca berdewama pêvajoya hiqûqî serî li walîtiya Şirnexê dane û got; "Walî Vahdettîn Ozkan jî ji me re got, heke malbat tezmînatê qebûl bikin ew ê vê pêvajoyê bidomînin, lê heta niha tu malbatan ev tezmînat qebûl nekirine. Ji hêla me ve berpirsê bûyerê diyar û aşkera ye. Îxtîdar jî, kujer jî AKP ye. Heke hikûmet bixwaze dikare di nava 12 saetan de berpirsên bûyerê derxîne holê. Lê mixabin heta niha der heqê qetilkirina 34 mirovên me de tu daxuyanî nehatine dayîn. Zarokên me yên şivaniyê dikin dikujin, zarokên me yên ji bo bîdoneke mazotê diçin ser sînor qetil dikin û piştre jî ji wan re dibêjin ew terorîst in."
'Bila wan pereyan bikin bombe'
Biyarê Nadîr Almayê ku di komkujiyê de jiyana xwe jidest daye Hîkmet Alma jî destnîşan kir ku ew ê tezmînatê qebûl nekin û wiha axivî: "Ji bo pêvajoya hiqûqî bidome me daxwazname dan Walîtiyê. Ji derveyî vê yekê tu daxwazên me nîn in. Hema bila wan pereyan jî bikin bombe û dîsa bi ser me de bibarînin. Teqez serlêdanên me ne ji bo wergirtina tezmînatê ne. Em ê dozê derbasî Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê bikin.
'Min parçeyên kurê xwe nedhitin'
Dayîka xwendevanê dibistana seretayî Aslan Encuyê 15 salî Zahîde Encu jî anî ziman ku ew tezmînatê nexwazin û got; "Heke pêwîst bike em ê dev ji van xakan berdin û van deran biterikînin. Xwedê dizane ku min parçeyên kurê xwe nedîtin. Heke ev bûyer ronî nebe em e dev ji van deran berdin. Heke hevserên me neyên jî em ê biçin."Zahîde Encu wiha pê de çû: "Piştî vê bûyerê tezmînat xistin rojevê. Ev yek bêexlaqî ye. Parçeyên bedenên 34 mirovanên me bi daran, kevir, lat û zinaran zeliqîn. 34 canên me ewladên me hatin qetilkirin. Hemû jî ji ber tunebûnê ketin wan riyan. Her roj bedenê kurê min ê şewitî ye tê ber çavên min. Ez çawa dikarim tezmînatê bigirim? Em tezmînatê naxwazin em dixwazin kujerên ewladên me bên aşkerakirin û darizandin."
Baroya Şirnexê: Serlêdan şert bû
Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî jî anî ziman ku bûyer di çarçoveya madeya 5233'an de tê nirxandin û wiha axivî: "Lewma li Walîtiyê komîsyonek hatiye avakirin. Vê komîsyonê bi malbatan re hevdîtin pêk anîne. Malbatan di hevdîtinan de aşkera gotine ku ew tezmînatê naxwazin. Malbatan ji bo pêvajoya hiqûqî bimeşe serlêdan pêk anîne. Piştî ku pêvajoya têkoşîna hiqûqî bidawî bibe em ê mijarê derbasî rojeva Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bikin."
ANF/ŞIRNEX