Şaxa MAZLÛMDER'ê ya Amedê derbarê 3 leşkerên ku ji aliyê HPG'iyan hatibû dîlgirtin li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku malbata leşkerê bi navê Reşat Çaçan jî beşdar bû de Sekreterê Şaxa MAZLÛMDER'ê ya Amedê Nûrettîn Bozkûrt axivî û da zanîn ku rayedarên hikumetê heta niha derbarê leşkerên dîlgirtî daxuyaniyê nedaye û bang li rayedarên hikumetê kir ku bihestiyar tev bigerin. Bozkûrt, bilêv kir ki ji ber pêvçûnan bi dehan ciwan jiyana xwe ji dest didin û anî ziman ku malbatên leşkerên ku hatine dîlgirtin êşê dikişînin û wiha got: "Hêviyên me yên derbarê aştiyê her roja ku diçe kêmtir dibe. Pêvçûnên ku li Şemzînan û Çelê zêde dibin, dîmenên salên 90'î tîne bîra me. Ji ber vê yekê welatî ji cihên xwe koç dikin."

Malbata leşker: Agahî jî nedan me
Dayika leşkerê bi navê Reşat Çaçan Fatma Çaçan anî ziman ku dîlgirtina kurê xwe ji çapemeniyê hîn bûne û wiha axivî: "Heta niha rayedaran li me negeriya, nepirsî. Agahiya rewşek wisa heye nedan me. Me rewşa kurê xwe ji çapemeniyê bihîst." Bavê Çaçan Cemal Çaçan jî anî ziman ku dayik hêsir dibarînin û xwest ku bila aştî pêk bê û xwîn nerijê.
Malbatên leşkerên bi navê Ramazan Başaran û Hadî Gîzlî yên ku nêzî Qereqola Cendirmeyan a Abaliyê ji aliyê HPG'iyan hatibûn dîlgirtin duh serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dabûn. 

AMED