Li Dêrsimê yek ji ziyartên girîng ya Topagacê ye. Tê gotin, dîroka wê heya 5 hezar salan jî diçe. Ziyareta Topagacê li mezrika Şehîtlikê ya Şoygeyîk a Dersimê ye, û ji bo Elewîtiyê girîng e. Ziyaret tam li nava Çiyayê Zelê, Dolû Baba, Duzgun Baba û Zinarê Biçûk e. Li ziyareta Topagaçê qurban tên şerjêkirin, mûm û çira tên vêxistin, niyaz tên kirin, loqme tên belavkirin û cem tê kirin. Gelê herêmê şax û çiqilên darên li ziyareta Topagaçê bikevin erdê jî naşewitîne û wan pîro dihesibîne. Şivan Ayhan Çatakçi behsa çîroka ziyaretê dike û dibêje, "Payizê gava berf û baran tê, malbatekê koçî gund kiriye, ev dar jê re dibe star. Dû re radibin ji xwe re xaniyekî çêdikin. Ji bo ser xaniyê xwe bigirin kurên malê diçin ku şaxên darê jêke. Li bin dara hember extiyarek rûniştiye. Kurên malê ji extiyar dipirsin, 'Tu ji ku hatiyî tu yê bi ku ve biçî?" Extiyar jî dibêje, 'Ez hatime we biparêzim. Ez Xizir Eleyhîselam im, xwediyê vê darê me, milê min jê mekin.' Lê kurikên malê guh nadinê radibin şaxên darê jê dikin, extiyar jiyana xwe ji dest dide. Gava kurekî din ê malê tê ku şaxekî din jê bike careke din extiyar dixuyê. Extiyar jê re dibêje, 'Wan kir qena tu neke, koka min neqelîne.' Kurik guh didiyê û radibe li wir 3 qurbanan ser jê dike." Çatakçi behsa pîrozbûna xwezayê jî li cem pêşiyên xwe wiha dike: "Bav û kalê min sibehê gava radibin dar û beran, ax û xwezayê maç dikin. Erd ne ya kesî ye. Malbata me xweza ye." MA/DÊRSIM