Malbata Rêbêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, bi boneya hevdîtinê pêk bînin, miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk kir.
Xwişk û birayê Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç, bi boneya biçin li Girava Îmraliyê hevdîtinê bikin, bi rêya parêzeran miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Bursayê kir.
Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî bi armanca hevdîtinê bi rêya parêzeran miracaet kir.
Herî dawî birayê Ocalan, Mehmet Ocalan 11’ê îlona 2016’an li Îmraliyê hevdîtin bi Ocalan re pêk anîbû. Ji wê rojê ve daxwaza malbatan 87 caran bi hincetên cuda hat redkirin.
MA/STENBOL