Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo dîtina xizmên xwe miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kir. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, xwişka wî Fatma Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan bi rêya parêzerên xwe miracaetî dozgeriyê kir. Herî dawî Mehmet Ocalan 11’ê Îlona 2016’an çûbû Îmraliyê û Abdullah Ocalan dîtibû.

Serlêdana parêzeran nehate qebûlkirin

Parêzerên Ocalan Serbay Koklu, Nevroz Ûysal û Raziye Tûrgût jî ji bo dîtina Ocalan miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kir, lê ev miracaet ku cara 764’an hate kirin, nehate qebûlkirin.

 

ANF/BÛRSA