MURAT MANG / HERFORD


Li bajarê Elmanyayê Herfordê yê 10 km nezîkî bajarê Bielefeldê li gorî texmînan 500 malbatên Kurd li Herfordê dimînin. Tevî serjimara mezin a Kurdan li bajêr jî heta roja îro ji bo zimanê Kurdî û dersên zimanê Kurdî li dibistanan ti xebat nehatibû meşandin. Li ser vê yekê hin malbatên ev kêmasî li wan bar bûyî, zend û bendên xwe li vî karî vemalîn û bi biryar in ku bi awayekî fermî dersên Kurdî li dibistanan bidin qebûlkirin.

Înîsiyatîfa Malbatên Kurd a Bielefeldê jî destekê dide vê xebatê. Di çarçoveya vê xebatê de halê hazir ji malbatan li ser navê Înîsiyatîfa Malbatên Kurd a Herfordê ji bo dibistana fermî ya sereke, ji malbatan îmze tên komkirin. Heta niha ev kar serketî dimeşe û qederê bîst kesên tevlî xebatê dibin di nava sê hefteyan de 130 îmze dane hev.

Xebateke pîroz e

Ji bo xebatên zimanê Kurdî li Herfordê, Kurdistaniyan îna bihurî ciwîna xwe ya sêyemîn li darxist. Li ser navê Înîsiyatîfa Malbatên Kurd a Bielefeldê Zerîfe Husein û Murat Mang jî beşdar bûn li civinê. Di civînê de li ser xebatên ji bo zimanê Kurdî yên Herfordê niqaş hatin kirin û plansazî hat amadekirin.

Wekî din li civînê, li ser navê Înîsiyatîfê Malbatên Kurd ya Bielefeld Zerife Husein axivî û got: “Ev xebateke pîroz û bi rûmet e. Em wek Înîsiyatîfa Bielefeldê bi her awayî piştgiriya vê xebatê dikin. Divê em bi malbatan û zarokan baş bidin fêmkirin ku perwerdeya zimanê dayikê ka çima grîng e? Çima pêwîst e? Dema ku em bi malbat û zarokan nedin fêmkirin, hingê dibe ku sibe du sibe, di rojên li pêşiya me de dersa Kurdî bê sekinandin.”

Em ê zimanê xwe li erdê nehêlin

Şanoger Dewran Karaca jî yek ji Kurdistaniyan e ku di nava vê xebatê de cihê xwe digire û ji bo armanca xebata Înîsiyatîfê wiha axivî. “Em wek gelê Kurd, bê dewlet li  dinyayê dijîn. Zimanê me, çanda me heye. Em dixwazin zarokên me jî hînî zimanê xwe bibin û bi zimanê xwe karibin çîrok, stranan bibêjin, şanoyan bilîzin. Em wek dê û bav, em ê vê demê, vê xebatê bikin û nekin ku zimanê me li erdê bimîne.”

Karaca got, her çar parçeyên Kurdistanê hevalên wan di nav vê xebatê de cîh digirin û wiha devam kir: “Em qederê 20 hevalan beşdariyê dikin li vê xebatê. Ji Agiriyê heta Çorumê, ji Sêwazê heta Rojava, hevalên me di nav me de cîh digirin. Ev qederê salekê ye ku me ji bo xebatên ziman niyet kiribû. Ev civîna me ya sêyemîn e. Em mal bi mal digerin, îmzeyan kom dikin. Milet pirr elaqeyê nîşan dide. Me di 20 rojan de 130 imze kom kirin. Hê jî xebata me devam dike.”

Zarokên Kurd ên li Ewrûpayê pir sist nêzîkî zimanê xwe dibin

Li gorî qanûna perwerdeya Eyaleta Westfalya Bakurê Reinê (NRW), dema li dibistanekê di navbera 12 û 15 zarokan de ji bo perwerdeya dersa Kurdî miracaet bikin, li wê dibistanê dersa Kurdî dikare were dayîn. Înîsiyatîfa Malbatên Kurd ya Herfordê li gorî zanebûna wê qanûnê tevdigere û amadekariya xwe li gorî qanûnê dike. Xebatkareke Înîsiyatîfê jî Evîn Ozen e. Ozen derbarê xebatên xwe de girîngiya zimanê dayikê ji bo zarokên li Ewrûpayê hatî dinê bi bîr xist û got: “Bi rastî zarokên me jî diçin dibistanê, ew demeke dirêj e me dixwest ku xebateke wiha dest pê bike. Dîsa jî ne dereng e. Bi salan e ku li dibistana Elman dixwestin zarokên me bişînin dersa Tirkî, lê me nedixwest. Me zarokên xwe neşandin. Pêwîst e zarokên me li vir zimanê dayika xwe hîn bibin. Zimanê dayîkê ji bo me rûmet e. Zarokên Kurd ên li Ewrûpayê di wî aliyî de pir sist nêzîkî zimanê xwe dibin. Ev yek pirr tehlûke ye ji bo zimanê me.”

Nexebitîna ji bo zimên kêmasiyeke mezin bû

Ozen axaftina xwe da bal kişand ser elaqeya malbatan û wiha dewam kir: “Em li malan digerin. Kurdên me pirr kêfxweş bûn ku ew xebatê dest pê kiriye. Kurdên Ermenistanê, Gurcistanê, Bakur, Başûr, Rojava pirr kêfxweş bûn. Em diçûn mala wan wek digotin, hûn heta niha li ku derê bûn. Gava ku dersa zimanê Kurdî li Herfordê li dibistana Elman dest pê bike, ev ê moralekî pirr mezin bide me.”

Ji bo ziman me ti tişt nekir

Kedkarekî din ê zimanê Kurdî Ahmet Bayraci ye. Bayraci got: “Bi salan e em li Ewrûpayê dijîn. Me pirr xebat meşand. Me sîyaset jî kir lê, ji bo ziman me ti tişt nekir. Ev yek ji bo Kurdan kemasiyeke mezin bû.”

Ahmet Bayraci di axaftina xwe de elaqedarî zimanê Tirkî rexneya xwe wiha anî ziman: “Li Ewrûpayê me hemû xebatên xwe bi zimanê Tirkî dikirin. Ev pirr şaş bû. Îro ev derfet heye ku dersa zimanê Kurdî li dibistanan bê dayîn. Zarokên min mezin bûn lê derdora me tijî zarok in. Ziman pirr grîng e. Ji ber ku Netewek bê ziman nabe. Berê me wisa nedigot. Le îro me fêm kir. Em îro nikarin rojnameyê bi Kurdî bixwînin. Hêviya min heye. Ji vir bi şûn ve di vî warî de bipêşketin çêbibe.”