Beriya bi çend rojan hin  saziyên çapemeniyê îdîa kiribûn ku hêzên Asayîşa Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, li jineke koçber xistine. Her wiha hewl hatibû dayîn ku di nava gel de jî li hemberî hêzên YPG û Asayîşê dijberiyek were afirandin. Dîsa hinek saziyên çapemeniyê îdia kiribûn ku gelek komên çekdar li dijî YPG’ê bûne yek.

Li ser van îdiayan bavê jina ku wekî sedema van gotegotan tê nîşandan, Ehmed Ismeh îdîa derewandin. Ismeh da zanîn ku ew di xeta eniya pêş a taxa Şêxmeqsûd de dimînin,  lewre hinek caran nakokî derdikevin, lê ew jî hatine çareserkirin û bûyer wiha vegot: “Ji ber ku em di xeta pêş de ne, li ser bûyera ku pêk hatiye nakokiyeke biçûk di navbera malbata min û Asayîşa Jinan de çêbû. Wekî hemû pirsgirêkan derhal hate çarserkirin. Li taxa Şêxmeqsûd kurd, ereb, suryan û turkman wekî malbatekê dijîn. Hêzên YPG/YPJ’ê û Asayîşê li taxê parastina hemû pêkhateyan dikin. Ji bo parastina pêkahteyan mafê wan heye, lêpirsînê bikin û kontrol bikin. Careke din ez dubare dikim û dibêjim, hêzên Asayîşê yên taxa Şêxmesûd bi hezar koçberên taxên din ên Helebê ku li Şêxmeqsûd bi cih bûne jî di nav de hemû pêkhateyên taxê diparêzin.” 


  ANF/HELEB