HAWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS / XÛRMATÛ
Çend roj berê di Derya Ege ya sînorê Tirk û Yunanîstê de, keştiyek ya penaberan noqî av bû. 13 penaber jiyana xwe ji dest dan ku 4 4 jê Kurd û ji heman malbatê bûn.
Li Iraq û Başûrê Kurdistanê koça ber bi derveyî welat ve dewam dike. Qeyrana aborî, şer û aloziya heyî dibe sedemên koçberiyê. Nexasim çend salên dawî bi sedan welatî ji Başûrê Kurdistanê berê xwe didin welatên Ewrûpayê. Ji wana bi dehan kes di encama binavbûna keştiyan de jiyana xwe ji dest dabûn.
Dê û sê keçên wê
Di 9’ê Tebaxê de keştiyek din a penaberan li Derya Ege bin av bû. Di encamê de 13 kesan jiyana xwe ji dest da. Ji wan 13 kesan 4 kes Kurd û ji heman malbatê bûn. Dayika bi navê Şewnem Evdilezîz (35) û 3 keçên wê yên bi navê ‘Nexem Huner (10) xwendekara refa 4 ya seretayî, Fereh Reed (8) xwendekara seretayî ya refa 2 û Delal Huner (5) jî di nava keştiyê de bûn û jiyana xwe ji det dan.
Cenazeyên dê û sê keçên wê ku xelkê navçeya Xurmatû ya ser parêzgeha Selaheddîn bûn, doh li Goristana Şehîdên Xurmatû ve birin û bi merasîmekê hatin spartina axê.