"Gumana me ya girtîgeha zêde bibin heye. Bila hemû raya giştî bizane ku em li cem vê berxwedanê ne." TUYAD-DER'a Wanê jî banga bihestiyariyê kir.
Nûnertiya TUHAD-FED'ê ya Enqere têkildarî çalakiyên gireva birçîbûnê yên bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin daxuyanî da çapemeniyê. Nûnera TUHAD-FED'ê ya Enqere Havva Ozcan daxuyanî xwend û wiha got: "Komploya 9'ê cotmehê di dîroka kurdan de rojekî şer e. Ji ber ku tevgera azadiyê û Birêz Abdullah Ocalan li 4 perçeyên Kurdistanê rihê berxwedanê yê nû afirand. Vê berxwendanê di nava gelên Mezopotamayayê ferastekî nû afirand. Birêz Abdullah Ocalan zêdehî salekêye di bin tecrîdê da ye. Ev jî dibe sedema gumanekî mezin." Ozcan, anî ziman ku girtiyên PKK û PJAK’ê li hemberî tecrîdê li 6 girtîgehan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorvenger kirin û wiha pê de çû: "Di vê pêvajoyê de girtiyên jin ên li Girtîgeha Sîncanê dernakevin hevdîtina girtî. Em weke TUHAD-FED gumana dê çalakî li hemû girtîgehan belav bibe dijîn. Em piştgiriyê didin vê berxwedanê."
TUYAD-DER'a Wanê jî ji bo balê bikşîne ser binpêkirinên mafên mirovan ên girtîgehê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê TUYAD-DER'a Wanê Ahmet Aygun, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û 2 girtiyên li hemberî zext û zordariyan bedena xwe dan ber agir. Aygun, diyar kir ku di 17'ê îlonê de li Girtîgeha Tîpa F a Wanê 12 girtî bi awayekî keyfî hatin sirgûnkirin. Aygun, anî ziman ku di şexsê girtiyan de malbat tên ceza kirin. Aygun, da zanîn ku li girtîgehên Tirkiyeyê zêdehî 100 girtî li ser sînorê mirinê ne û ji wan yek jî Avnî Uçar e. Aygun, destnîşan kir ku Avnî Uçar 21 salin di girtîgehê de ye û di vê pêvajoyê de gelek nexweşî bi wî de derketin. 

ENQERE/WAN