Ji ber ku demek dirêj e malbat nikarin hevditinê bikin, malbat bi fikar in. Malbata Şeyhmuz Poyraz û Bayram Kaymaz fikar û daxwazên xwe anîn ziman. Xwişka Şeyhmuz Poyraz Felek Poyraz diyar kir ku nêzî salekê ye nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi girtiyan re hevdîtinê pêk bînin. Poyraz, anî ziman ku ew ji tenduristî û jiyana birayê xwe û girtiyên din yên li Îmraliyê bi fikar in û xwest bi lezgîn ev astengiya li pêş wan bê rakirin. Poyraz, da zanîn ku ew qet agahiyê ji wan nagirin û wiha got: "Gelo nexweş in, birçîben ,sax in, mirîne agahî ji wan nayê girtin. Em qet agahiyê ji wan nastînin. Çend meh berê gotin werin hevdîtnê bikin. Lê dema ku em çûn hevdîtinê jî rayedarên girtîgehê gotin girtî naxwazin derkevin hevdîtinê û em bi paşve vegerandin. Dixwazin girtiyan û malbatan ji hev qut bikin. Ji bo ku ez bi birayê xwe re hevdîtinê pêk bînim bin bi dehan caran serî li wezareta Dadê da. Disa gelek caran me serî li Midûriyeta Girtîgehê da. Me êdî biryar da ku heta parêzer neçin gireva Îmraliyê bi girtiyan re hevditin pêk nînin em naçin Îmraliyê. Divê wîcdanê wan ew qasî ne kor be. Êdî bes e ev zulim û zordarî."

'Kurê min sax e mirî ye nizanim'
Dayika Bayram Kaymaz Medine Kaymaz jî fikar û gazincên xwe anîn ziman û wiha got: "Nêzî salekê ye niarim biçim bi kurê xwe re hevdîtnê pêk bînim. Destûr nadin em biçin hevdîtinê. Niha saxin an mirîne em qet agahiyê ji wan nagirin. Em dixwazin ev astengî û zilim ji ser me rabe. Êdî bes e. Em qet agahiyê ji wan nagirin. Em der barê jiyana wan de bi fikar in. Niha saxin birçîne, dijîn najîn, rewşa wan çawa ye? em qet nizanin. Ji bo em biçin hevdîtine me gelek caran serî li rayedaran da. Lê destûrê nadin me. Niha kesekî bi kurê min eleqeder bibin tune. Ez dayikek felc im. Cara din ez çûm hevdîtinê, tenê kurê min anîn ber derî û me xweşik ruyê hev nedît û derî li ser min girtin. P  Em dixwazin ev zilm û zordarî bi dawî bibe. Ev astengî ji pêş me rabin."

DÎHA/ÎZMÎR