Konferansa 4´an a Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê bi tevlîbûna sedan endamên saziyê û malbatên şehîdan ên Efrînê dest pê kir.

Di konferansê de nûnerên YPG, YPJ, PYD, TEV-DEM, Hevserokên Meclîsa Zagonsaz a Kantona Efrînê Mihemed Seyîd Yûsif û Hêvîn Şêxo û hejmarek serokên desteyên Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê amade bûn. Hola konferansê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û cangoriyên azadiyê, alên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê hat xemilandin.

Di konferansê de li ser navê Birêveberiya Xweseriya Demokratîk, Seroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê, Hêvî Mistefa axivî û got: “Hûn malbatên Şehîdan xwediyên rêveberiyê ne, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi saya ked û berxwedana wan hatiye avakirin û hemû hêza xwe ji wan digire.”


“Ne ji berxwedanê bûya Rojava jî wê wêran bibûya”

Di dewama konferansê de Serokê Desteya malbatên Şehîdan a Efrînê Ebdilhenan Şêxo axivî û got, gelê kurd bi berxwedana cangoriyên xwe îro azad dijî û wiha dewam kir: “Heke berxwedana hêzên YPG û YPJ´ê nebûye, Rojava jî wekî deverên din ên Sûriyê wê wêran bibûya.” Paşê Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM´ê Îlham Ehmed axivî û bal kişand ser rewşa siyasî û got: “Hin aliyên siyasî dixwazin di nava hêzên kurdî de tevliheviyê derxin. Ji ber wan aliyan Lêvegera Siyasî ne hate aktîfkirin.”


“Em ê xwediyê doza wan bin”

Li ser navê YPJ´ê jî Fermandar Rojda Dêrsim axivî û got: “Hêzên me li dijî hemû êrîşên li dijî herêmê bergiriya deverê dikin û hemû planên têne kirin, pûç kirin. Di vê çarçoveyê de gelê me berxwedaneke bê hempa dikin. Bi xwîna zarokên we îro aramî li herêmê heye. Hêzên me rojane ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk bi xwîna xwe xaka Rojava av didin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê xwediyê doza wan bin.”

Paşê gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên der barê malbatên şehîdan de ji aliyê endama Saziya Zimanê Kurdî Azlîn Mihemed ve hatin xwendin. Konferans bi xwendina raporandewam kir. 


 ANHA/EFRÎN