
Di hefteya 234. de nobeda li Strasbourgê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin vê hefteyê ji aliyê dayikên şehîdan ve tê girtin. Nobeda vê hefteyê ji aliyê gelek endamên Komîteya Malbatên Şehîdan ên ji Fransa û Elmanyayê ve tê girtin.
Malbatên şehîdan ên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, bajarên Saarbrucken, Heîlbronn, Offenbûrg û Freîbûrg ên Elmanyayê, ji roja Yekşemê û vir ve bi rengekî dorvegere nobedê digirin. Bavê yek ji kadroyên PKK’ê Hamza Yavûz ê di sala 2000’î de jiyana xwe ji dest da Hecî Ekrem Yavûz jî tevlî çalakiyê bû.
Tevî endamên Komîteya Malbatên Şehîda li Strasboûrgê Aysel Alacaçayir, Dûran Agaç û Fîdan Agaç, ji bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê Omer Çinartevahiya rojê nobed girtin. Roja Çarşemê jî xizmên şehîdan ên ji bajarên Offenbûrg û Freîbûrgê hatin, nobed girtin.
Tê payîn, îro jî komek ji Elmanyayê beşdarî çalakiyê bibe.
Berdevkê komê Dûran Agaç li ser nobedê agahî da û diyar kir, ji bo azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên li zîndanan, ew çalakiyê lidar dixin. Dûran Agaç bang li gelê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê bi taybetî li Strasboûrgê dijîn kir, ku destekê bidin çalakiyên ji bo azadiya Ocalan. Agaç xwest, daxwaza azadiya Ocalan li hemû qadên Ewropayê deng vede.
ANF / STRASBOÛRG