Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gel (SYPG) ya Kobanê ji armanca şîrovekirina rola komînan di civakê de û amûra hevbeş a di navbera wê û Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê de, ji destpêka kaûna 2016‘an ve hemleya bi navê ” Di Komînan de xwe birêxistin bikin û federaliyê biparêzin” daye destpêkirin.

Di çaçoveya hemleyê de, çalakî ji civîn, pêşandana senevîzyonan, pêşengehên wêneyan, semîner cuda derbarê mijara sereke ya hemleyê li taxên Kobanê û gundên wê têne lidarxistin. Çalakiyên hemleyê tenê li Kobanê sînordar namîne û derbasî bajaroka Sirrîn, Girê Spî û Minbicê jî dibe.

Pênase û piştgiriya federasyonê

Têkildarî armanca hemleyê, nûnera Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) Bêrîtan Asya got: “Armanca me ya sereke ji hemleyê ew e ku sîstema federasyonê ya ku li Bakurê Sûriyê hatiye îlankirin ji gel re bidin nasîn û piştgiriya wê bikin. Bi ragihandina Federaliyê gelek aliyan xwest ku dijminahiyê bikin û herêmên Rojava û Bakurê Sûriyêy dagir bikin.” 

Bêrîtan Asya diyar kir ku ew hewl didin bi riya vê hemleyê jin, ciwan bi vê sîstemê bidin nasîn da ku karibe mafê xwe di civakê de bi dest bixin.

Zimanê dayikê misoger dike

Dirûşmeyên sereke yên hemleyê ku di derbarê komînan de hatin diyarkirin “Rêxistinbûyîna di nava komînan de, beşdarbûna di îradeyê de ye, komîn vîna gelan temsîl dike, komîn misogeriya mafên rawa ye û mala me ya hevpar e.”  


KOBANÊ