Li navçeya Tillo ku warê çand û baweryan e, di deman demê de warê malên dîrokî ye jî. Malên Cas ên dîrokî ji ber nayen parastin roj bi roj wêran dibin û tev li rûpelên dîrokî dibin. Li taxa Fakurullahê gelek Malên Cas bên bi suryanî tê wateya "Ruhên Bilind" yek bi yek wêran dibin. Li Tîllo ku di sala 1990'an de bû navçe, nayên parastin û di halê wan de hatine hiştin. Her ku ba û bahoz tê dîwarê van malên dîrokî xera dibin û nivîsên wan ên suryanî, erebî û osmanî ji ser wan diçe. Li navçeya Tillo ku di warî tûrîzm, bawerî û çandê de pir dewlemend e ji ber warên dîrokî nayên parastin û danasîna wê baş nayê kirin tûrîst jî zêde nayên vir ziyaret nakin û di halê wê de hatiye hiştin. 

Her çend waliyê Sêrtê Ahmet Aydin Lijneya Piştevaniya Akademîk ku ji hîndekarên zanîngehan pêk tê ava kiriye jî tenê nav heye û sazî tune. 

Welatiyê taxa Fakurullahê Recep Guven, bertek nîşanî helwesta rayedaran da û anî ziman ku midûrê turîzm û çandê bi van warên dîrokî eleqeder nabe û bê xwedî hatiye hiştin. 

Midûrê Çand û Turizmê yê Sêrtê Remzi Uslu jî anî ziman ku di nava çend salan de li Tilloşê tenê 4 mal restore kirine û wiha got: "3 bal berê Yekitiya Ewropayê ji bo van malan proje amade kir. Walîtiyê jî piştgirî da. Niha çanda herêmê hemû di destê Yekîneyên Yekitiya Ewropa dene. Ji ber vê yekê ew pê eleqeder dibin.  Uslu, şaredarî jî tawanbar kir û anî ziman ku ger ne di bin tecîlla Wezareta Çandê de be şaredarî dikare wan biparêze û restore bike.


NGİN EREN/DÎHA/SÊRT