Li aliyê din balafirên rêjîma Baasê taxa Miyeser bombebaran kir. De encamê de bi dehan ji welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hate ragihandin ku DAIŞ’ê 3 endamên Xurebai El-Şam li taxa Şêx Xidir a Helebê bidarve kirin.

Komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) êrîşî malên Kurdan ên li ser çerxeriya taxa Biêdînê ya bajarê Helebê kirin û ji xwe re kirin navendên leşkerî. Ji malên ku DAIŞ’ê dest danîne ser mala welatiyê bi navê E. Ş. ye.
Li aliyê din di bombebarana balafirên rêjîmê ya li ser taxa Miyeser a Helebê ya ku çekdarên opozîsiyonê têde bi cih bûne de bi dehan ji welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Her wiha gelek taxên din wekî Qatircî û derdora nexweşxaneya El-Kindî û şarê Senayî Şêx Necar, ji aliyê balafirên rêjîmê ve hate bombebarankirin.
Li taxa Şêx Seîd jî pevçûnên giran di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsiyonê de rû dan. Li gorî agahiyan hate ragihandin ku gelek kuştî ji herdu aliyan derketin.
Li gorî çavkaniyên ji taxa Şêx Xidir ragihandin ku di 6’ê kanûna 2013’an de DAIŞ’ê 3 endamên Xurebai El-Şam2 ji wan bi diziyê hatibûn tewambarkirin û yê 3’yemîn jî bi navê Ehmed Hesen 23 salî ye ku ji hêzên rêjîmê veqetîbû bi hinceta hevkariya rêjîmê, hatin bidarvekirin.
Li derdora nexweşxaneya El-Kindî jî ev bû hefteyek şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsiyonê de berdewam in.

DAIŞ’ê dorpêçkirina Efrînê xurt dike
Li derdora herêma Efrînê Komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li ser bendên kontrolê xwe belavokek belav kir û derbasbûna hemû pêdiviyên welatiyan qedexe kirin.
Di belavoka ku ji aliyê “Wilayeta Helebê” wekî tê bi nav kirin de ya girêdayî DAIŞ‘ê hatiye diyar kirin ku hemû madeyên xwarin û alîkariyên mirovahî yên derbasî herêma Efrînê dibin dê werin desteserkirin. Her wiha di belavokê de hatiye destnîşankirin ku her kesekî derveyî van agahiyan tevbigere dê rastî lêpirsîna dadgeha îslamî ya Wîlayetê were.

HELEB/EFRÎN