Romana Hîwa Qadir a bi navê Malî Pşîlekan ji Soranî hat wergerandinî Farisî û di demeke nêzîk de jî wê bê weşandin. Wergêr Merîwan Helebceyî dibêje, “Di vê romanê de Hîwa Qadir li rojhilat û rojava bi tenêtiya mirovan û bi krîza wan a nasnameyê dadikeve. Nivîskar bi awayekî harîqulade cihêtiyên çandî nîşan dide û wê tenêtiya wan mirovên mişext û girêdana wan a bi heywanên nava malê, nexasim jî pisîkan re muhteşem nîşan dide.” Di nava romanê de hin çîrokên hûrik jî hatine reşandin. Yek ji wan a Axa Şerîfî Axa û Xanima Zîba ye, jin û merên hev in, Îranî ne û gelekî dewlemend in. Ew li Stockholmê dimînin. Gava Zîba ji ber sedemekê diçe Îranê, Şerîfî yê tenê kitikekê ji Mala Psîkan dikire. Ev roman niha tê wergerandinî Ingilîzî, Danîmarkî, Norwêcî û Erebî jî. Wergera Farisî bi xwe wê bi destê Weşanên Saless bê weşandin û belavkirin. TEHRAN