Piştî serhildana 1991’an û NY biryara 688 derxist û di beşekî biryarê de xeta 36 di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê diyarî kir. Heya têkçûna rejêma Beas di 2003’an de sinora Herêma Kurdistanê heya xeta 36 bû. Niha jî Iraq dixwaze bi rêya ‘Fermendeya Dîcle’ hêza xwe li xeta 36 bicîh bike. Ji bo ku herêmên di navbera Begdag û Hewlêrê de ku kêşer liser wan heye bike herêmek leşkerî. Iraq dixwaze pêşmerge û asayîşa PDK û YNK’ê li bajara Kerkûk û Diyale derxe. Beriya niha jî di meha Gelawêja sala 2009’an de li Xaneqîn û bajêrê Diyale ya Iraqê de pêşmerge paşda zivrandin bû.
Di meha Tebax a 2012’an de Hikumeta Iraqê bi Firmana serok wezîr NûrîMalîkî li Gûndê Qahîre ya girêdayî nahiye ya Zûmarê bi tayibet navçeyên sinora Herêma Kurdistan û Sûriyede hêzên xwe bicîh kir. Ev yek jî di navbera Pêşmergeye û yekîneya leşkeri ya girêdirayî artêşa Iraqê de, pevçûn û alozî derket bû.
Serok wezîrê Iraqê Nûrî Malîkî, serokê Fermandeya Hêzên çekdar a Iraqê ye. Malîkî, di dawiya meha Gûlana sala 2012’an de bi dû biryan bi hejimare (160) û (372), bi awayek dizî biryara pêkanîna ‘Fermandeya Dîcle’ derxist. Pêkhateya Fermandeya Dîcle wihaye:
-  Fermandeya Dîcle, ji herdû fîrqeyên 12 û 5 pêkhatê. Hejmarê wan nêzîkî 30 hezar leşker dibe.
-  Niha Abid Emîr Zeyîdî, Fermandarê Fermandeya (Tümen) Dîcle ye. Zeyîdî, berê di îqtidariya rijêma Bass’de Qayîd Hizû yê Firfeya sûbaya Iraqê bûye.
- Ligorî biryaran ‘Fermandeya Dîcle’ serokatiya rewşa amnî ya bajarên Kerkûk û Diyale dike. Lazime tev hêzên emnî yên bajêr ji aliyê Fermandeya Dîcle ya eskerî ve bên kordîne kirin û birêve birin.

Li dijî Fermandeya Dîcle nerazîbûn
Encûmena bajara Kerkûkê ji 36 endaman pêk tê. Encûmen di 6’ê Îlona 2012’an de bi 25 dengên erê daxwaz kir ku pêwîstiya bajar bi Fermandeya Dîcle nîne. Herwiha Herêma Kurdistan û Turkimenên Kerkûkê jî nerazîbûnên xwe li dijî Fermadeya Dîcle daye diyar krin.
Firqeya 5'an girêdirayî serok wezîrê Hikumeta Iraqê Nûrî Malîkî ye. Firqeya 5’an bi taybet li van deran dimîne ku nakokî dinavbera Hewlêr û Begdadê de bilav bûne. Firqeya 5 ji 4 lîwayan anji 4 fewcan pêk hatiye û li navçeyên Qeretepe, Sehdiye û Celewla û bi giştî li bajara Diyale bcîh bûne. Hejmarek çek, tank, Medfehî (topên 120 û 106), hêza çavdêrîkrinê, hêza di hewar hatinê, heye.
Firqeya 12'an girêdirayî Hikumeta Iraqêye. pêktê ji 4 lîwayên 46,47,48 û 49 û sala 2008 bi firmanê Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malîkî hatiye ava kirin. Niha jî ji aliyê Malîkî ve tên kordînekirin. Firqeya 12’an bi taybet li van deran dimîne ku nakokî dinavbera Hewlêr û Begdadê de bilav bûne. Her lîwayeke Firqeya12’an ji 4 fewcan pêk tê û di her lîwayekî jî de bîroyek esas heye ku çek û beşên cor bicurê wî hene wek: Medfehî (topên 120 û 106), hêza çavdêrîkrinê, hêza di hewar hatinê, hêza veguhastinê.
Firqeya 12’an bigiştî biser 4 herêman de bilav bûye:
- Herêma Yekemîn, Kerkûk, Şwan, Şîwesor. Firqeya 12’an ji Kerkûkê li Kelîs Sêkanî, Knaî Domelan û Pirdê heye.
- Herêma Dûyemîn, Qadir Kerem, Leylan, Çîmen, Xalo Baziyan, Qerehencîr heya kû nêzîkî nahiya Çem Çemal û bajêrê Silêmaniyê.
- Herêma Sêyemîn, Dûbiz, Keywan, Sergeran, Dîbege heya ku nêzîkî bajêrê Hewlêrê û xeta 36 û Firqeya 12’an Herêma Çaremîn, ji li Reşad û taze - Xûrmatû bilav bûne.
Iraq dixwaze hêzê Kudan li bajara Kerkûk, qezaya Xaneqîn, nahiye yên Celewla û Sehdiye, derxe derveyî bajêr.Hikumeta Iraq’ê dixwaze bi vê yekê Kerkûk, Mûsl, Xaneqîn, Celewla û Sehdiye bike herêmek eskerî!

DÎHA/ MÛSIL