Li ser navê ciwanên xwepêşandan organîze kirî, Dîlan Ûzûn da xuyakirin, ku ji bo şermezarkirina komkujiyên li hemberî Kurd, Asûrî, Suryanî, Êzidî û hindikahiyên li Rojhilata Navîn, wan xwepêşandan li dar xistiye.
Ûzûn diyar kir ku ji bo destekkirina gelên bindest ên Rojhilata Navîn bi taybetî jî gelê Kurd, wan rêxistinbûyîna bi navê „Ji bo Kurdistanê Kurd“ ava kirine û xwepêşandana xwe ya destpêkê pêk anîne. Ûzûn got, „Em dikarin bi hev re rewşeke cuda biafirînin.“
Bêdengî hevkariya sûcan e
Rojnamevan-Nivîskar Mûstafa Can diyar kir ku Rojhilata Navîn dişewite û zarok tên qetilkirin, ew ji wateya axaftinê gumanan dike û got, „Lê belê divê em hemû bipirsin, bê alternatîfa vê çi ye. Alternatîfa vê hîn bêhtir nebaş e. Bêdengî. Bêdengiya li pêşberî van bûyeran, hevpariya sûc e.“
Şer di navbera barbarî û mirovahiyê de
Parlamenterê Partiya Gel a Lîberal Fredrîk Malm jî li ser rewşa li Iraq û Sûriyeyê got, şerekî di navbera barbarî û însaniyetê de dimeşe, li aliyekî mirovên dixwazin bi awayekî azad û di nava aştiyê de bijîn, li aliyê din jî yên serê mirovan jê dikin, mirovan dixin çarmixê, dest diavêjin mirovan û mîrateya çandî ya mirovahiyê bi bombeyan ji holê radikin, hene.
Malm anî ziman ku Kurdistan li dijî vê barbariyê eniya herî dirêj a cîhanê ava kiriye û got, „Ev enî ji Kerkûkê heta Kobanê ye. Ev enî hema bêjin 1400 kîlometroyan dirêj e. Li refên herî pêş ên vê eniyê xwişk û birayên me hene. Bi çekên xwe yên sivik, li dijî terorîstên herî hov ên cîhanê yên bi çekên herî giran, şer dikin.“
Malm xwest ku di serî de Swêd hemû welatên Ewropayê destekê bidin Kurdan.
Malm bibîr xist, ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 1’ê Mijdarê de hilbijartinên pêşwext pêk tên û axaftina xwe wiha dewam kir: „Serokkomarê Tirk Erdogan, li şûna ku hurmetê nîşanî encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê bide, li dijî gerîla dest bi şer kir. Ji bo AKP’ê xurt bike şer da destpêkirin. Di roja îro de Tirkiye li şûna şerê li dijî DAIŞ’ê, li hemberî Kurdan şer dike.“
Malm di dewama axaftina xwe de bang li Kurd, Asûrî, Suryanî û Erebên li Swêdê kir da ku bûyer û qewimînên li Sûriye û Iraqê di her platformê de bilêv bikin û zextê li siyasetmedarên Swêdî bikin.
Alp: dinya divê bibêje êdî bes e
Ji Partiya Çep Yekbûn Alp jî got, „Em ên li vir amade, ji hemû komkujiyan re dibêjin ‘êdî bes e’. Gelê Kurdistanê dibêje ‘êdî bes ‘e. Dor hatiye cîhana derve ku bibêje ‘êdî bes e’. Bikevin nava tevgerê û gelê Kurd biparêzin.“