Malpera înternetê ya Weqfa Jinên Mexmûrê li ser navnîşana www.wjmexmur.com bi zimanên Kurdî, Tirkî û Înglîzî weşanê dike. Di malperê de derbarê kar û xebatên jinan ên Mexmûrê, pirsgirêkên wan û hewldanên wan de agahî têne dayîn. Di malperê de wiha wiha qala xebatên Weqfa Jinan a Mexmûrê tê kirin; “Ji atolyeyên yekîneya xebata gel, tenduristî, zarok, çapemenî-weşan, çand û hunerê pêk tê. Di her yekîneyê de kesên bi dilê xwe kar dikin hene.
Avahiyek navendî ya weqfa me, 4 avahiyên pêş dibistan-lîstikxane, atolyeyek dirûnkariyê (terzîxane), atolya tevnê, kuaforek, atolyeya aboriyê ya ji bo bazarkirina materyalên hatine hilberandin, atolyeya wêne, atolyeya çand û hunerê û atolyeya perwerdehiya teknîkî heye û têne xebitandin. Koma me ya şano, koma muzîkê û koma govendên gelêrî xebatên xwe didomînin.” Kesên ku dixwazin serdana malperê bikin, dikarin bikevin navnîşana HYPERLINK “http://www.wjmexmur.com” www.wjmexmur.com.
MEXMÛR-ANF