
Fermandarê efsanewî Mame Rîşe (Necmedîn Şikor) yê di encama xiyaneta navxweyî de hatî qetilkirin û hevrêyên wî, li navçeya Çemçemal û Kerkûkê hatin bîranîn.
Di merasîma bîranînê ya li Çemçemal de gelek berpirsên hikûmetê, partiyan, rêxistinên civakî, malbatên şehîdan û gelek welatî amade bûn. Her wiha di merasîmê de Xelatên Mame Rîşe li malbatên şehîdan hatin belavkirin.
Di marasîmê de Endamê Encûmeta Navendî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî axivî û got; “Divê YNK xwe nû bike û li hevkirina di navbera YNK’ê û Tevgera Goran de bikeve meryetê ku ji aliyê Mam Celal ve hatiye îmze kirin. Ji bo derbasbûna krîza siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê pêwîste em van astengiyan ji holê rakin.”
Bibin yek!
Di merasîmê de hevsera şehîd Mame Rîşe, Xanû Nîştîman li ser salvegera şehîdbûna Mame Rîşe axivî û got; “Ez daxwazim ji tevahiya aliyên siyasi yên Kurdistanê yên herçar parçeyan dikim ku yekgirtî û yek deng bin, ji bo berjewendiyên gelê Kurd. Ji bo xatirê xwîna şehîdan.”
Li Kerkûkê jî bi bîr anîn
Li Baxçeyê Mame Rîşe yê li Kerkûkê bi pêşengeheke taybet wêneyên şehîdên Kerkûkê fermandarê efsanewî Mame Rîşe û hevrêyên wî hatin bîranîn. Bi dehan kes beşdarî pêşengehê bûn.
Kujerên wî ne hatin dîtin
Mame Rîşe di sala 1953’an de li gundê Taleban ê navçeya Silêmaniye Çemçemalê ji dayik bû. Di sala 1971’ê de li dijî faşîzma Îsraîlê tevlî têkoşîna azadiyê ya Fîlîstînê bû. Di sala 1978’an de vegeriya Kurdistanê, demeke dirêj li çiyayên Kurdistanê li dijî rejîma Saddam şer kir. Di sala 1985’an de di encama xiyaneteke navxweyî de hat qetilkirin. Kujerên Mamê Rişe hînê nehatine dîtin.
AŞTÎ EMED / SILÊMANÎ