Dewreya perwerdeya mamostayên Şengalê bi dawî bû.
Kar û xebatên perwerdeya zimanê Kurdî li Şengalê dewam dike. Bi vê boneyê, di destpêka meha Tebaxê de dewreyek a perwerdeyê ji bo 132 mamostayan dest pê kiribû. Dewreya perwerdeyê li Şengal û bajarokê Xanesorê ji aliyê Saziya Ziman û Perwerdeya Êzîdiyên Şengalê ve (SZPÊ) ve hatibû destpêkirin. Pêr perwerde bi awayekî serketî bi dawî bû.
Niha bi zimanê dayikê wê perwerde bibin
Li ser vê yekê mamosta Semîra Mehsîn axivî û got, “Li ser ziman bi hezaran şehîd hatine dayîn, bi bipêşxisina zimanê dayikê em ê li xwîna şehîdan xwedî derkevin. Beriya fermanê, zarok bi zimanê Erebî û zaravayê Kurdî yê Soranî dihatin perwerdekirin. Lê ev yek encameke xwe nebû. Niha em bi zimanê xwe yê dayikê ku beriya hezar salan hatiye, dixwinin.”
Dersên Êzdayetiyê, Bîrkarî, Kurdî
Mamosta Dilgeş Hesen jî li ser heman mijarê axivî û got, “Ev 4 sal in em hersal vê perwerdê dibînin, ji bo em karibin zarokên xwe li ser fikrê Êzdayetiyê perwerde bikin, di vê perwerdeyê de me dersên pêwîst dîtin. Her wiha dersên Êzdayetî, Bîrkarî, Kurdî û hinek dersên din di perwerdê de hatin dîtin. Ev dewre ji bo me gelek bi sûd in.”
Ew ê pirtûkên xwe jî bi xwe çêkin
Herî dawî mamosta Dilgeş diyar kir ku heta niha pirtûkên dersên wan ji Rojavayê Kurdistanê dihatin, lê niha saziya wan komîteyek ava kiriye ku bikarin bi xwe pirtûkan çêkin û ew ê di salên pêş de dersên xwe bi pirtûkên xwe bidin.
ROJNEWS/ŞENGAL
Propagandaya bi bêhna fireh!
Li Başûrê Kurdistanê pêvajoya propagandayê ya ji bo hilbijartina 30’ê Îlonê îro dest pê dike.
Berdevkê Komîyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar li Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê pêvajoya propagandaya Hilbijartina Parlemetoya Herêma Kurdistanê ya ku wê 30’ê Îlonê bê kirin, 11’ê Îlonê dest pê dike.
Şêrwan diyar kir ku divê hemû partî bi awayekî azad propagandaya xwe bikin.
Her wiha Şêrwan bi bîr xist ku ji bo hilbijartina ku wê 30’ê Îlonê bê kirin jî weke komîsyon xebatên xwe didomînin û got, “Ji bo şopandina hilbijartinê jî desteya me amade ye. Deste wê di pêvajoya propagandayê de binpêkirinan tomar bike.”
SILÊMANÎ