Kedkarê zimanê Kurdî Mamoste Ali Beltir ji ber nexweşiya pençeşêrê di 8’ê vê mehê de çû ser dilovaniya Xwedê. 

Mamoste Ali di 15.07.1946 de li mezra gundê Darbiya Çewlîgê ji dayik bûbû. Ew û endamê komîteya navendî a PKK Mehmet Karasungur hevalê hev ê zaroktiyê bûn. Her du bi hev re dibistana amadeyiyê li Çewlîgê û zaningehê jî li Erzeromê xwendin. 

Piştî mecbûr dimîne cihê bav û kalan biterikîne berê xwe dide Elmanyayê. Li Elmanyayê jî di nav xebatên welêt de cihê xwe girt. Her wiha di nav civînên Yekîtiya Rewşenbîrên Welatparêz ên Kurd de jî xebatên xwe meşand. Xwe bi xwe fêrî zaravayê Kurmancî bû û bi têkiliyên xwe dersên zimanê Kurdî li eyaleta Niederchsen a Elmanya da pejirandin. Her wiha ji bo zarokên polên 5-6’an pirtûkek amade kir.

Termê wî duh piştî oxirkirina li Navenda Civaka Demokratik a Hannover ber bi welêt ve hat şiyandin. 


 HANNOVER