
Piştî betlaneya havînî mamosteyên herêma Kobanê xwe ji bo serdema nû ya perwerdeyê amade dikin. Di vê çarçoveyê de Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Rêxistina Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê – Kobanê yên herêma Kobanê bi amadebûna Wezîrê Perwerdeyê Hisên Mihemed Elî li Navenda Yekîtiya Mamosteyan civîneke li dar xist. Di civînê de rewşa perwerdeyê li herêmê hate nirxandin û şêwaza birêvebirina perwerdeyan li gel rewşa ku herêm têre derbas dibe hate nîqaşkirin.
Bi armanca nirxandina rewşa perwerdehiyê li herêma Kobanê û nîqaşkirina şêwazên birêvebirina perwerdeyan û amadekariyên demsala xwedinê ya sala bê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Rêxistina Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê – Kobanê yên herêma Kobanê bi amadebûna Wezîrê Perwerdeyê Hisên Mihemed Elî û bi dehan mamosteyên herêmê li Navenda Yekîtiya Mamosteyan civîneke li dar xist.
Plansaziya serdema nû
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Wezîrê Perwerdeyê Hisên Mihemed der barê rewşa perwerdehiya herêm bi giştî axivî û diyar kir ku hemû dibistanên herêmê dê di 15’ê Îlonê de bi awayekî fermî bêne vekirin.
Mihemed Elî di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa awarte ku herêm têre derbas dibe û wiha got: “Ji bo ku ev rewşa aloz bête derbaskirin divê hemû mamoste bi baldarî kar û xebatên xwe bimeşînin. Ji ber ku bingeha serkeftina perwerdeyan mamoste ye.”
Mihemed Elî di axaftina xwe de bal kişand ser rola SZK’ê û bi taybet di vê qonaxê de û wiha dest nîşan kir: “Ez dixwazim balê bikşînim ser mijara ku bi hebûna me ya netewî ve girêdayî ye. ev mijar perwerdeya zimanê Kurdî ye. divê di hemû refên dibistanê de bê lewazî bête perwerdekirin. Ez kar û xebatên mamosteyên zimanê Kurdî pîroz dibînim û divê asta xebatê ji bo zimanê Kurdî derbasî hmû qonax û refên dibistanê bibe bête bilindkirin.”
Pêdiviyên dibistanan
Di civînê de her wiha rewşa dibistanên herêmê di aliyê pêdivî, alav û pirtûkan jî hate nîqaşkirin. Her wiha metoda zimanê Kurdî ku ji aliyê mamoste û rêveberên Rêxistina Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê hatiye amadekirin ve hate gotûbêjkirin. Di dawiya civînê de şêwaza birêvebirina dibistanên ku li nêzî eniyên şer hate nîqaşkirin û hate gotin ku divê çareyeke lezgîn ji van dibistanan re bête dayîn.
ANHA/KOBANÊ