Dewereya perwedeyê ku bi tavlîbûna 36 mamosteyan 49 roj berê hatibû destpêkirin hate bidawîkirin. Rêveberên SZK’ê yên Efrînê û malbatên maosteyan beşdarî merasîma dawîkirina perwedeyê beşdar bûn.
Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê Endama Rêveber a SZK’ê ya Efrînê Ronahî Ibrehîm axivî û bal kişand ser girîngiya perwedeyên Akademiya Wêje û Zemanê Kurdî ya Ferzat Kemanga di amadekirin û pêşxistina mamosteyan de û destnîşan kir ku gelê kurd hezarên salan li dijî desthildariyê li ber xwe didin. Di dawiya axaftinê Ronahî dewre li hemû mamosteyan pîroz kir.
Endama Berpirsyar a Dewreya ˮŞehîd Diyar Bagokˮ Bihat Roz hemû kesên di serxistina dewreyê de rola wan hebûn silav kir. Piştî axaftinan bawername li mamosteyan hate belavkirin. Di dawiya merasîmê de şano hate pêşkêşkirin û beşdaran stran gotin û govend gerandin.
Li Qamişlo du peymange tên vekirin
Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) amadekariya vekirina du peymangehên zanistên perwerdehiyê li bajarê Qamişlo dike. TZP’ê jî navendên ji bo şagirtên dixwazin navên xwe qeyd bikin diyar kirin. Hate diyarkirin ku deriyê herdu peymangehan li pêşiya hemû kesên dixwazin beşdar bibin vekirî ye. Perwerdeya di van peymangehan de jî dê 6 mehan bidome û dê mamoteyên di hemû beşan de amade bike.
EFRÎN / QAMIŞLO