Armanc pergaleke demokratîk e
Civîn bi tevlîbûna endamên Meclîsa Gel, Tevgera Civaka Demokratîk û mamosteyên Girkê Legê û Herêma Aliyan pêk hat. Endamê TEV-DEM'ê Ferzende Munzur di civînê de bi bîr xist ku di vê pêvajoya aloz de, pêwîstiya gelê Kurd ji her demê bêtir bi xebatên rêxistinî heye.
Serokê Meclîsa Gel a bajarê Girkê Legê Ehmed Mele Hesen jî anî ziman ku armanc ji avakirina Yekîtiya Mamosteyan, avakirina sîstema demokratîk a perwerdeyê ye.
Piştî nirxandinan, Yekîtiya Mamosteyan hat avakirin û ji bo rêveberiya kar û xebatan komîteya ji 11 kesan pêk tê hat hilbijartin.
ANF/GIRKÊ LEGÊ