Li Amedê, kedkarên perwerdehiyê ji bo li dijî vê biryarê derkevin,  xwestin li ber Gerînendetiya Perwerdehiyê daxuyaniyê bidin, mamoste li wir rastî êrîşê polîsan hatin. Zêdetirî 40 kes hatin binçavkirin. 

Piştî 11 hezar 285 mamosteyên ji Kurdistanê ji peywirê hatin avêtin, endamên Egîtîm Senê û kedkarên perwerdeyê ji bo rewşê şermezar bikin li ber Midûryeta Mîllî ya Bajêr xwestin daxuyanî bidin çapenemiyê. Kedkarên ku dixwestin li Amedê ji peywîrgirtina 4 hezar 500 kesî şermezar bikin, polîsan bi cop, ava şid û gazê êrîşî wan kir.

Mamosteyan li ser êrîşê dirûşmên “li dijî faşîzmê mil bi mil” berz kir, polîsan mamosteyên ku hedef girtin, bi cop û kulman ew derb kirin. Dîsa polîsekî çevîk mamosteyek hedef girt û bi bombeya gazê êrîşî wî kir.


Ji 40 zêdetir mamoste hatin binçavkirin

Di êrîşê de ji 40 zêdetir mamoste hatin binçavkirin û ew li maşînên zirxî sîwar kirin, dîsa gelek mamosteyên ketin marketê ji hêla polîsan ve hatin derbkirin. Polîsan her wiha êrîşî xebatkarên çapemeniyê jî kir, gelek kamera şikandin. Di êrîşê de gelek welatiyên di marketê de jî hatin derbkirin.


Berxwedêran jî destek dan mamosteyan

Berxwedêrên Greva Birçîbûnê ya Amedê jî piştgirî dan akademîsyen û kedkarên perwerderiyê yên Kurd ên ji kar hatin avêtin û wiha gotin: “Roj roja li dijî êrîşan xurtkirina têkoşîna hevpar e. Ji bo ku nekevin rewşa keşeyê ku li dijî qirkirina cihûyan a ku faşîzma Alman pêk anî bêdeng ma û dema ku dor hate wî poşman bû, em banga xwe ya xurtkirina berxwedana demokratîk dubare dikin. Ji bo ku sibehê dor neyê kesekî û hêj nedereng e.” 


 AMED