Zimanê Kurdî ku bi salan in di bin polîtîkaya bişaftinê û înkarê de ye, niha jî li dadgehan weke "zimanê naye zanîn" derbasî girtekên dadgehen dewletê dibe. Li aliyekî înkar û polîtikayên bişaftina li ser tunekirina ziman didome, li aliyê din jî roj bi roj kursên zimanê Kurdî zêde dibin û zarokên Kurd li ziman xwedi derdikevin û pêşengiya perwerdehiya Kurdî dikin. Ev tekoşîna ku bi salane dimeşe di demên dawî de di kesayete zarokeke piçûk de ji bo mezinan dibe mînak û ders. Ev zarok Mamoste Medya ye.  Mamoste Medya, li hemberî pergalê hêj 9 salî bû serî hilda û di kuçekî mala xwe de bi kincên xwe yên netewî ji bo hevalên xwe li ser kartonan perwerdahiya zimanê Kurdî da. Bi bîryarbûna mamoste Medya bi nîqaşeke ku bi bavê xwe re li ser pêyveke tirkî kiribû destpê kir û roj bi roj ev biryarbûyin xwe gîhand asta herî bilind.
Zarokên taxa Hasiraltiyê ku dixwaztin bi mamoste Medya re hevaltî bikin diviya bûn bi Kurdî zanibin. Zarokên bi Kurdî zanibûna şensa wan a bi Medya re bibin heval zêde dibû. Lê li pêşiya wan a ku Mamoste Medya perwerdehiyê bidne wan li vedibû. Mamoste Medya di destpêkê de liser texteyên karton perwerde da hevalên xwe. Piştî demekê ku sazî û welatiyan alîkarî û piştgirî da, vê carê li ser texteyên rast pênûsên keçelî dest bi perwerdehiyê kir. Mamoste Medya di kolaneke piçûk de bi dilekî germ mezin û dildarî mamostetîya zimanê dayikê dike. Di cîhanê de mamosteya herî biçûk tê zanîn. Mamoste Medya ku dilê wê ji bo perhwerdehiya Kurdî davê, niha jî di 12 saliye xwe de têkoşîna xwe ya ji bo ziman mezintir kir. Medya ku di nava 3 salan de Kurdî fêrî gelek zarokan kiriye û karneya ziman da dehan zarokan, dest bi bernameyek nû dike.

Bernameya 'Zarokên Rojê'
Mamoste Medya, dema li malê di odeya xwe ya biçûk de dest bi perwerdehiya Kurdî kir, nikarîbû xwe bigîne hemû zarokên cîran. Vê yekê ew aciz dikir û dixwest xwe bigihen hemû zarokên taxê. Piştî hewldanên wê û alikariya Gun Tv Mamoste Medya êdî bernameyeke bi navê "Zarokên Rojê" amade dike û dê xwe bikaribe bigihîne bi hezaran zarokên Kurd. Mamoste Medya derbarê bernamê de da zanîn ku bername ji bo dîrok û çand a gelê Kurd neye jibîrkirin û di hişê zarokan de cih bigre dê bibe alîkar. Mamoste Medya, destnîşan kir ku ew ditirse ku zarokên di temenê wê de ber bipêlê polîtikayên bişaftinê ve biçin û wiha got: "Ez pir ditirsim ku hevalên min yên di temenê min de ango ji min piçûktir, zimanê dayika xwe ji bîr bikin. Li dibistanan çîrokên dervê çanda me û me eleqeder nake bi me didin gohdarkirin û erdnigariyeke ku em liwir najîn bi me didin hînkirin."
Mamoste Medya da zanîn ku bi bernama "Zarokên Rojê" dê dîroka gelê Kurd û çîrokên hatine ji bir kirin bi bîr bînin, şanoyên Kurdî bilîzin û lîstokan bînin ser ekranan. Mamoste Medya daxuyand ku her hefte roja şemîyê dê bibin mêvanên mala gelê Kurd û xwest ku malbat bernama "Zarokên Rojê" bi zarokên xwe bidin temaşekirin ku zarok bi meselokên, stranên Kurdî demên xwe têr û tijî derbas bikin. Medya, bang li zarokan jî kir û xwest ku nebin êsîrê bîlgîsayaran û li kolanan bi zarokan re bilîzin, xwe ji xwezayê neqetînin."

Bernama "Zarokên Rojê" dê her şemî seat di 11.00 an de di ekranên Gun TV'de de bên weşandin û pêşkeşvaniya bernamê jî dê mamoste Medya bike.

DÎHA/AMED