Bi boneya roja cihanê ya pirtûkan, mamosteyekî 1250 pirtûk ji navnîşanên cuda kom kirin û bi merasîmeke taybet ew radestî pirtûkxaneya Qemteran kirin.
Doh roja cihanê ya pirtûkan bû. Bi vê boneyê, mamoste Ziryan Cewher 1250 pirtûkên bi zimanê Kurdî û Erebî kom kirin û radestî pirtûkxaneya dibistana despêkê ya Qemteranî kir. Qemteran gundekî navçeya Ranya ya ser bi îdareya Raperînê ye. Pirtûk bi merasîmekê radestî pirtûkxaneya dibistanê hatin kirin.
Pirtûkxaneya Qemteran sala 2008’an hatiye avakirin. Mamosteyê dibistina Qemteran, Ziryan Cewher ku bi xwe rêveberiya kampanyaya pirtûkkomkirinê dike, got, wan di 25’ê Adarê de dest bi pirtûk komkirinê kiribû. Cewher da zanîn ku di nava mehekê de wan karî 1250 pirtûkî kom bikin û wan ew pirtûk radestî pirtûkxaneya Qemteran kirine.
Mamosta Cewher da zanîn ku pirtûk zêdetirê xwe bi zimanê Kurdî û Erebî ne. Pirraniya wan li ser dîrok, siyaset, dîn, civak, rewşenbîrî, çand û hûner in. Cewher got, wan bi boneya rasthatina roja cihanê ya pirtûkan, hemû pirtûkên komkirî li pirtûkxaneya dibistana Qemteran bi cih kirine.
Gundê Qemteran piştî sala 1990’î hatiye avakirin û despêkê zêdetirî 15 mal têde hebûn. Gundê Qemteran di salên 70’yî de ji aliyê rejîma Baasê ve hatibû şewitandin. Niha zêdetirî 200 malî di gund de hene û zêdetirî 330 xwendekar jî li dibistana gund dixwînin.
ROJNEWS / ÇARQURNE