Di çerçoveya pêşxistina sîstema empatiyê ya robotan de li hin dibistanên Ewropayê hin ders ji aliyê robotan ve tên dayin. Di lêkolînê de raneyên balkêş derketin holê.    Hat dîtin ku xwendekar hin mijaran de rexneyên robot ji yê mamosteyê xwe bêhtir li ber çavan digirin. Lê belê di hin mijarên kur û giran de ji robotan bêhtir serî li mamosteyên xwe yên rastî didin. Rêveberên projeyê radigihînin ku mîna encamên destpêkê tê dîtin ku di hîndekarî û perwerdeyê de dikare ji robotan sûd were girtin. Yanî na be ku robon bibin mamoste, herî zêde dikarin bibin asîstan an alîkarê mamosteyan.


 BERLÎN