Komîteya Perwerdê ya Civaka Demokratîk li bajarê Girê Spî, 3 dewreyên perwerdê ji bo mamosteyan û amadekeriya şagirtên sala xwendinê ya nû ya 2017-2018´an vekir. di dewreyê de 1500 mamoste ji pêkhatiyên Kurd û Ereb beşdar dibin.

Tevgera Civaka Demokratîk, bi armanca amadekirina mamosteyan Kkomîteyeke perwerdeyê saz kir û heta niha 3 dewreyên perwerdê vekirin. Li bajarê Girê Spî 2 dewre ji bo mamosteyên pêkhateya Kurd û ya din ji bo pêkhateya Ereb hate vekirin, dewreyek din jî li dibistana Ebo Bekir El-Sidîq li bajarokê Silûk ji mamosteyên Ereb û li bajarokê Hemam Tirkmen hate vekirin.

Di hersê perwerdeyan de 1500 mamoste têne perwedekirin, ew ê hersê werzan, a seretayî, navîn û amadehî, bidin xwendin.

Di dewreyên ku wê 2 meh û nîvan dirêj bike, mamoste wê li ser dersên ji materyalên xwendinê ku wê li dibistanan werin dayîn, werin perwerdekirin û wê fêrî çawaniya hînkirina şagirtan bidin.

Derbarê mijarê de berdevkê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokraîk Mihemed Derwîş got: "Armanca me ku mamosteyan ji bo sala nû ya xwendinê amade bikin, mamosteyên me di vê perwerdê waneyên ji hersê werzên xwendinê bibin û hemû materyalên tê de bistînin.” 


 GIRÊ SPÎ