Sêyemîn dewreya Akademiya Celadet Bedirxan ku 14’ê tîrmehê destpê kir, 2 meh berdewam kir. Di dewreyê de waneyên zimanê kurdî, edebyata kurdî, dîroka Kurdistanê, sîstema Netewa Demokratîk û hwd hatin dayîn. Di merasîmê de Cigira Wezîrê Perwerdeyê mamosteya ziman Semîra Hacî Elî, Kordinatorê Tevgera Ziman u perwerde Dildar Ehmed, nûnerên Akademiya Mezopotamya û Akademiya Dadê û gelek welatî amade bûn.

Semîra Hacî Elî û Kordinatorê TZP’ê ya herêma Cizîrê Dildar Ehmed axaftin kirin. Di axavtinan de dewreya perwerdeyê li mamosteyan hat pîrozkirin. Axaftvanan her wiha destnîşan kirin ku îro di van akademiyan de zimanê kurdî tê parastin û gotin: “ Gelê bê ziman be tûne dibe.” axaftvanan bal kişandin ser berxwedana Kobanê û wiha anîn ziman: “Îro kesên ku li eniyên şer li ber xwe didin, parêzvanên zimanê kurdî ne. Dema ku em karibin xaka xwe ji dijminan  biparêzin, em ê bikaribin zimanê xwe jî biparêzin.” Pistre Helbestevan Fixan çend helbestên xwe yên girêdayî zimanê Kurdî pêşkêş kir. Di dawiya merasîmê de mamosteyan bawernameyên xwe wergirtin. Merasîm bi diruşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Kobanê” bidawî bû. 

QAMIŞLO