Li seranserî kantonên Rojavayê Kurdistanê mamoste û şagirt li gorî materyalên nû dest bi perwerdehiyê dikin.

Sîstema perwerdehiya civaka demokratîk êdî hêdî hêdî di nava hemû pêkhateyên civaka Rojava de rûdinê. Par materyalên nû yên perwerdehiyê hatin derxistin, li dibistanên kantona Cizîrê ji refê yekê hetanî 3’yan û li kantonên Kobanê û Efrînê ji refê yekê hetanî 6’an perwerde li gorî metodên sîstema nû hatin dayîn.


Sê qonax

Ev sîstema hanê xwe li ser 3 qonaxên bingehîn digire. Gava destpêkê ew bû ku mamoste li ser van materyalan hatin perwerdekirin, gava duyemîn avakirina mamosteyên pispor û gava sêyemîn jî xistina meriyetê van meteryalan bû.

Ji bo sala perwerdehiyê ya 2016/2017’an jî bi hezaran mamoste beşdarî dewreyên perwerdehî yên sê mehan bûn û ezmûnên xwe bidawî kirin. Hê jî gelek mamoste li ser meteryalên astên seretayî, navîn û amadehî têne perwerdekirin.


Li Cizîrê 7 hezar mamoste hene

Berpirsên komîteyên peywendîdar ên perwerdehiyê gotin ku ji bo her şeş refên destpêkê yên dibistanan 7 hezar mamoste hatin amadekirin, ev mamoste wê meteryalên zimanê Kurdî, zimanê Erebî, zimanê Ingilîzî, sosyoloji, matematîk, wênexêzî û werzîşê bidin.


Hemû dibistanên Efrînê bi meteryalên nû

Li kantona Efrînê wê li hemû dibistanên seretayî, navîn û amadehî ango ji refa yekê hetanî lîse wê şagirt li ser meteryalên nû perwerdehiyê bibînin. Ji bo van meteryalan 623 mamoste hatin amadekirin, ev mamoste wê li 311 dibistanan perwerdehiyê bidin (261 seretayî û 50 jî navîn û amadehî).

Hejmara giştî ya mamosteyên Efrînê ango mamosteyên bi meteryalên zimanê Kurdî û meteryalên zimanê Erebî tevî mamosteyên peymangeh û zanîngehan digihêje 2 hezar 327 mamoste ji wan 28 mamoste yên bajarê Helebê ne. Li Efrînê ji bo birêvebirina van dibistanan 87 kesên rêveber ji aliyê Akademiya Şehîd Ferzat Kemanger hatine amadekirin.


Zanîngeha Efrînê di sala duyemîn de

Zanîngeha Efrînê ku 26’ê Cotmeha 2015’an hate vekirin rê li pêşiya gelek xwendekarên zanîngehê vekir ku xwendina xwe dewam bikin. Par zêdetirî 250 xwendekarên beşên Wêjeya Kurdî, Aborî, Endizyarî û Kehrûmîkanîkî li vê zanîngehê perwerde dîtin.

Zanîngeh ji bo sala nû jî amadekirina vekirina beşên wekî doxtorî, endizyariya çandiniyê, ragîhandin, dike.

Ji bilî 255 xwendekarên sala derbasbûyî, îsal jî 244 xwendekarên nû navên xwe qeyd kirine û tê payîn ev hejmar hê jî zêde bibe.

Di aliyê perwerdehiya bilind de ango li zanîngeh û peymangehên Efrînê 589 mamoste hene, ji wan 121 mamoste li Peymangeha Şehîd Viyan Amara, 332 li 6 peymangehên pîşeyî û 136 mamoste jî li zanîngeha Efrînê hatin peywirdarkirin. Materyalên ku perwerde li ser tê standin jî ev in: erdnîgarî, dîrok, ekolojî, fizîk, kîmya, sosyolojî, felsefe, jineolojî, matematîk, wênexêzî, zanistî, çand û exlaq û mûzîk.


Li Kobanê jî 28 hezar xwendekar

Li gorî agahiyên ku kesên karûbarên perwerdehiyê li Kantona Kobanê birêve dibin, li 168 dibistanên seretayî, navîn û amadehî yên kantona Kobanê 28 hezar xwendekar perwerdeyê dibînin. Ji wan dibistanan 53 li aliyê başûr, 72 li rojhilat û 65 jî li rojava ne. Ji bo van dibistanan jî 763 mamoste hatine amadekirin, ji wan 170 ji bo dibistanên rojava, 78 ji bo dibistanên başûr, 148 ji bo dibistanên rojhilat û 250 jî ji bo bajarê Kobanê hatine erkdarkirin. Ji bo dibistanên navîn û amadehî jî 117 hazir in.

Li Kobanê jî mîna kantona Cizîrê wê ji refa yekê hetanî refa 6’an perwerde bi meteryalên nû yên xwendinê were standin û tê de ev made hene: Zimanê Kurdî, matematîk, sosyolojî, zimanê Erebî, zanistî, wênexêzî û werzîş.


ŞÎNDA EKREM / ANHA / QAMIŞLO