Ji bo sala nû ya xwendinê, 350 mamosteyên Ereb ji bo waneyên materyala Erebî di dibistanan de bidin, dikevin ezmûnan.
350 mamosteyên Ereb ên Kantona Efrînê, di bin çavdêriya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk de, ezmûna duyemîn a materyala nû ya zimanê Erebî pêşkeş dikin. Beşek ji mamosteyan beriya niha di 22`yê Tîrmehê de, derbasî perwerdeyeke ji qonaxa seretayî bûn û dewreyê 21 rojan dewam kir.
Ji bo Qonaxên navîn û amadehî jî di 15`ê Tîrmehê de perwerdeyê dest pê kir û mehekê dewam kir.
Materyala qonaxa seretayî par hat guhertin û ya qonaxa navîn û amadehî îsal hat sererastkirin.
Mamosteyan pêr ezmûna çawaniya dayîna dersan li pey xwe hişt û doh ezmûna nivîskî pêşkeş dikin. Her wiha sibehê jî ezmûn wê derbarê rêzimanê erebî de be.
ANHA/EFRÎN