Saziya Ziman û Wêjeya Kurdî ya girêdayî Komîteya Civaka Demokratîk a bajarê Helebê dewreya amadekirina Mamosteyên Zimanê Kurdî ya li ser esasê 3 astan bi dawî kir. Li bajarê Helebê ezmûn ji 58 Mamosteyên re li dibistana Şehîd Alan Mihemed a li aliyê rojhilat a taxa Şêxmeqsûd, hat lidarxistin. Pirsên ezmûnê li ser hersê qonaxên Zimanê Kurdî, bingeh û rêziman, çawa dayîna waneyan û meteryalên nû û waneyên zengînkirina bîrdozî û çandî ji mamosteyan re hatin dayîn.

Derbarê mijarê de, Rêveberiya Saziya Ziman û Wêjeya Kurdî Rojîn Qerendel got: ʺJi bo ku em xwe ji şaşiyan veqetînin û mamosteyên xwe bişidînin, me ev ezmûn lidarxistin.” 

Dewreya perwerdê ya amadekirina mamosteyan di bin çavdêriya Komîteya taybet a perwerdê ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî û Wêjeya Kurdî ve di 10 Hezîranê de dest pê kir û meh û nîvekê dewam kir. 


 HELEB