Gerîla Amara diyar kir ku weke jineke Kurd ew li zanîngehê li zext û pêkûtiyan dewletê hatiye û got: “ Li hemberî me xwendekarên Kurd ji her alî ve êrîş dihatin kirin. Ji ber em jin bûn, êrîş digihaşt asteke cuda. Ji ber ku sîstema perwerdeyê û spor bi zîhniyetê mêr dihat kirin, mîna zextê bûn. Ji ber feraseta ‘jin e, nikare bike’ serdest bû.”

Gerîla Amara da zanîn ku li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî gelê Kurd wê xwestiye weke mamosteyekê têbikoşe û got, “Berê min digot ez ê bibim mamoste û li gorî xwe, asîmîlasyona dewletê ya li hemberî ciwanên Kurdistanê dimeşîne bişkînim. Bê guman bi demê re min fêm kir ku ev yek rêbazeke şaş e.”


’Bi tevlîbûna gerîla jinûve dayîk bûm’

Amara anî ziman ku piştî Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir sîstemê êdî têra wê nekir û got, “Min fêm kir ku ji bo ev jiyana şaş zêde neyê jiyîn, dem hatiye gav were avêtin. Di çarçoveya van esasan de tevlî nava refên gerîla bûm. Bi tevlîbûna li nava Tevgera Azadiyê re min dît ku ji nû ve ji dayik bûme. Ji ber ku bi naskirina Rêber Apo re min xwe nas kir, sîstem analîz kir. Cihê ku tê qebûlkirin ku jin hêzeke û vîna wê tê pejirandin, çiyayên azad ên Kurdistanê ne. Weke jinekê min xwe nas kir û baweriya min a ji xwe zêde bû.”


ANDOK KERBORAN/ANF/BEHDÎNAN