RÊNAS REMO

ANHA/QAMIŞLO

Dayika Sûriya Şêxmûs a 60 salî, debara xwe û malbata xwe bi çêkirina neqş û tenteniyan dike. Bêyî ku kes wê fêrî vî karî bike, ew xwe bi xwe fêr dibe û niha jî bûye pêşenga pîşeya xwe li ser asta herêmê.

Sûriya Şêxmûs Elî ji şêniyên bajarokê Til Marûf ê ser bi Tirbespiyê ye ku yek ji navçeyên herêma Cizîrê ye. Sûriya Şêxmûs a 60 salî, dayika 6 zarokan e. Hevjînê wê beriya 20 salan miriye. Ji bo ku debara malbata xwe bi cih bîne, fêrî çêkirina nexşan dibe û berhemên ku çêdike difiroşe. Sûriya pîşeya xwe wekî vejandina çand û kevneşopiyan dibîne.

Sûriya beriya 40 salan fêrî vî karî bûye. Destpêkê, Sûriya parçeyên caw ên neqişkirî dianîn û jê fêr dibû û piştre baş fêrî kar bû û xwe bi xwe, xwe bi pêş xist, heta bû ji kesên herî baş ku vî karî dikin li ser asta herêmê.

Sûriya gelek şêwazên neqişkirinê dizane, wekî tentene, lihêf, balîf, amûrên xemilandina malê, El-Şimax û hwd.

Bazara xemla navmalê

Sûriya di karê xwe de deziyên pempo, naylon ên rengareng û deziyên rîs bi kar tîne. Sûriya dibêje ku berê wan deziyên naylon ji Bakurê Kurdistanê dianîn û li gorî niha amûrên kar dihatin peydekirin. Lê niha kêm peyde dibin.

Her parçeyek li gorî hecma xwe dem lê diçe. Hin parçe di rojekê de bi dawî dibin û hinekên din di 15 rojan de diqedin; mînak lihêf.

Sûriya berhemên xwe li bajarê Qamişlo û navçeya Tirbespiyê difiroşe. Li ser buhayê firotina parçeyan Sûriyê got: “Berê min berhem bi erzanî difirotin, lê niha ez wan li gorî nirxên sûkê difiroşim.”