Konê çalakiyê yê li bajarê Girê Spî yê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya bi 40 rojî hat vedan û çalakî dewam dike. Mamosteyên kantonê doh çûn û beşdarî çalakiya konvedanê bûn.
Konê çalakiyê li taxa El-Munbetih a nêzî sînorê bi Tirkiyeyê re hatiye vedan. Mamosteyên ku beşdarî çalakiyê bûne, teqez kir ku ew dagirkeriya Tirkiyeyê li ser xaka Sûriyê red dikin. Mamoteyên Girê Spî diyar kir ku ew bi xaka xwe ve girîdayî ne, û heta dawiyê ew ê parastina xaka xwe bikin û li dijî êrişan bisekinin.
ANHA / GIRÊ SPÎ