Bi rasthatina Cejna Zimanê Kurdî, Saziya Zimanê Kurdî ya bajarê Hesekê şahiyek li Peymangeha Seydatê Tîrêj a li taxa Til Hecer li dar xist.

Bi dehan  şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl û mamosteyên dibistanan ên bajêr beşdarî şahiyê bûn.

Şahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî, Êva Ebdulkerîm axivî û got, “Em Cejna Zimanê Kurdî li hemû Şehîdên ku ruhê xwe li ser rêya bilindkirina dengê maf û pêkanîna mafê pêkhateyan feda kirine, pîroz dikin”.

Êva destnîşan kir ku ev roj rojeke pîroz e û yekem kovara bi navê Hawar bi tîpên latînî hatiya weşandin.

Zimanê dayikê hebûn nasname ye

Di dawiya axaftina xwe de Êva hêvî kir hemû mamoste di warê zimanê Kurdî de bi pêş ve biçin û rêya Şehîdan bişopînin.

Endamê Rêveber a Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Kanîwar Dahir jî axivî û di serî de bixêrhatina beşdaran kir û got: “Zimanê dayikê hebûn û nasname ye, em ê rêya ku me ji destpêka şoreşa Rojava de destpêkiriye bidomînin.ʺ

Dahir da zanîn  ku ew ê li hemberî wan hewildanan bisekinin ku nahêlin hemû pêkhate bi zimanê dayîkê perwerde bibin û got, di siya hukmên xwedî yek zimanî de pêkhate ji vî mafî hatibûn mehrûmkirin.”

Di dawiya şahiyê de mamosteyên zimanê Kurdî hatin xelatkirin. Şahî bi govendên mamosteyan li ber awazên stranên şoreşgerî bi dawî bû. 



ANHA / HESEKÊ