
Li navçeya Şiyê ya Efrînê Saziya Zimanê Kurdî SZK bawenameyên Mamosteyan li Şagirtên ku dewreya Mamostetiyê bi dawî kirin û ezmûn bi dawî kirin.
Civîna belavkirina sertîfîkayan bi beşdariya şagirtan, mamosteyên zimanê Kurdî û bi dehan welatiyan pêkhat. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Saziya Zimanê Kurdî Tureya Hisên di civînê de axivî û diyar kir ku zimanê Kurdî tişta herî giringe, ji ber wê giring e ku mirov xwedî li zimanê xwe derkeve. Her wiha Hisên bang li hemû gelê Kurd kir xwedî li zimanê xwe derkevin û tevlî perwerdeya ziman bibin.
Li ser navê Saziya Parastina Zimanê Kurdî ya girêdaye Partiya Yekîtî li Sûriyeyê (Elwehdê) Seyid Alan jî di civînê de axivî û diyar kir ku giringe ku mirov zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bike, ji ber ku ziman nasnameya mirovane û pêşeroj û dîroka merov zimanê mirovan e.
Piştî ku axaftin bi dawî bûn helbestên Kurdî hatin xwendin. Bawernameyên mamosteyên zimanê Kurdî yên nû li wan hatin belavkirin.
ANF/EFRÎN