
Saziya Ziman û Wêjeya Kurdî li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ji bo amadekirina mamosteyan li ser meteryalên nû ji bo sala pêş, dest bi perwerdekirina mamosteyan kir.
Di çarçoveya xebatên Saziya Zimên û Wêjeya Kurdî ya girêdayî KPC-Demokratîk de, ji bo amadekirina mamosteyan li ser meteryalên nû ji bo sala pêş, perwerdeyeke ji 74 mamosteyan re vekir.
Dewreya ku li dibistana Alan Mihemed a Şêxmeqsûd hatiye organîzekirin, wê 45 rojan dewam bike û mamoste jî wê Ii ser rêzimana Kurdî perwerde bibin.
Têkildarî mijarê, ji Rêveberên Saziya Zimên û Wêjeya Kurdî û çavdêra perwerdê Zîlan Fecir axivî û got armanca wan ji vê perwerdê amadekirina mamosteyan û xurtkirina wan li ser zimanê Kurdî ye, da ku mamoste ji bo sala pêş amade bin.
n HELEB