Beşê yekê yê yariya di navbera Manchester United û Manchester City’ê de ku li Yarîgeha Wembleyê hate lîstin, bi 2 golên Manchester City’ê bi dawî hat. Lê di beşê duyê yê yariyê de Manchester United li pey hev êrîş bir ser rikeberê xwe û bi 3 golan rikeberê xwe têk  bir.Golên Manchester City’ê ji aliyê Lescott û Edin Dzeko û golên Manchester United’ê jî ji aliyê Smalling û Nani (2 gol) ve hatin kirin.  Di yariya di navbera Manchester United û Manchester City’ê ya di yarîgeha Wembleyê de nêzîkî 77 hezar hander amade bûn.

Community Shield, yariya kûpayê ku di navbera şampiyonê lîga Brîtanyayê û şampiyonê FA Cupê (tûrnovaya herî girîng ya Brîtanyayê) de tê lîstin e.

LONDON