Federasyona Rûsya bi sedema sebze, fêkî û mirîşkên Tirkî ne li gorî standartên tendûristiyê ne, careke din bi tona mandalîna û mirîşkên Tirkî paşde vegerand.

Sebze, fêkî û mirîşkên Tirkiyeyê bi sedema ne li gorî standartên tendûristiyê ne paşde tên vegerandin. Paşde vegerandina berhemên Tirkî ji aliyê Rûsya û welatên Ewrûpa ve bûye rewşeke her timî.

Herî dawî di gûmrikên Kaluga û Kaliningrad yên Federasyona Rûsyayê bi tonan mandalîna û mirîşkên Tirkî bi sedema ne bi sihetin, paşde hatin vegerandin.

Rojên derbasbûyî Greenpeace Akdenîz raporek derbarê sebzeyên Tirkiye yê de weşandibû û diyarkiribû, sedî 15’yê firingî, îsot û xiyarên Tirkiyê jehrîne û hatibû gotin, madeyên kîmyawî yên qedexekirî têde hatiye bikaranîn.

 

NAVENDA NÛÇEYAN