Bûyerên li Zînî Wertê û aloziyadi navbera YNK’ê û PDK’ê de bûye cihê sirinca nivîskar û siyasetvanên Kurd. Hinek weke planeke navneteweyî, hinek jî weke plana dewleta Tirk û hinek weke duîradeyî bi nav dikin. Herwiha ji ber bêdengiya berpirsên yekem ên partiyan a li ser aloziyê jî bifikar in.
Beriya bi qederê 2 hefteyan hêzeke pêşmergeyên PDK’ê li Zînî Wertê bicih bû û baregeh li wir çêkir. Piştî wê, hêzeke YNK’ê jî çû herêmê. Li ser aloziyê hat gotin ku Lîwaya 7’an a hevbeş ji hêzên YNK û PDK’ê çûye herêmê. Li herêma Zînî Wertê ku dikeve navbera çiyayên Karox û Qendîlê û ser bi navçeya Rewandizê ye, alozî didome. Li ser aloziyê nivîskar û siyasetvanan nêrînên xwe îfade kirin.
Barzanî bixwaze aloziyê çareser dike
Siyasetvan Salih Jajaleyî yî jî bi ser nivîsa ‘Barzanî ji bo çi bêdeng e?’ nivîsek nivîsî û tê de got, “Li şûna ku hewl bide ku nav mala Kurd rêxistin bikin û bi yekgirtî biçin Bexda, hewldana bi destxistina mafê darayî yê Herêma Kurdistanê û mafên nîştimanî bidin, mijûle agirê şerekî xwînî xweş bike.”
Ew bêdengiya serokê PDK’ê Mesûd Barzanî weke ecêb bi nav dike û wiha dewam dike: “Gelo Birêz Mesûd Barzanî hest bi metirsiya vê qonaxê nake? Gelo ev bêdengiya Barzanî ji bo hemûyan gumaneke mezin çênekiriye?
Tişta ku niha dibe ku li Zînî Wertê rû bide, di berjewendiyên Tirkiyeyê de ye. Tirkiyeyê gelek sal in nekariye PKK’ê ji Qendîlê derbixe. Lê, niha dixwaze vî karî bi Kurdan bi xwe bide kirin. Diyar e di navbera PDK û YNK’ê çêbûna şer wê PKK’ê jî bîne nava pirsgirêkê. Wê ji bo Tirkiyeyê jî derfeteke baş çêbibe û wan herêman dagir bike. Di gava yekemîn de balafirên Tirkiyeyê çend gerîla şehîd kirin û 2 jin jî li Wargeha Mexmûrê. Bi baweriya min heger Barzanî bixwaze bi yek telefonê dikare vê pirsgirêkê çareser bike. Lê, îhtimal e nexwaze dawî li vê aloziyê bîne û ev jî bê armanc nîne.” NAVENDA NÛÇEYAN
Bereya hunermendan li dijî şerê navxweyî mezin dibe
Li Başûrê Kurdistanê 112 hunermendan têkildarî aloziya li Zînî Wertê nerazîbûna xwe anîbûn ziman û hişyarî dabû hemû aliyên siyasî. 15 hunermendên din jî piştgiriya xwe ji bo 112 hunermendên Başûr anîn ziman. Hunermendan bang li aliyan kir da ku xwe ji alozkirina rewşê dûr bixin.
15 hunermendên nû li bin metna vê bangê mohra xwe danîn jî ev in:
Viyan Mayî- Sînemekar (Dihok)
Bextiyar Helebceyî –Peykeltiraş (Silêmanî)
Runak Ezîz- Şêwekar (Swêd)
Karwan Hemîd Helaq- Hunermend (Holanda)
Sefîn Xerciyanî- Hunermend (Silêmanî)
Dilzar Zirar- Hunermend (Hewlêr)
Çiyaî Mihemedî mamlî- Hunermend (Silêmanî)
Mistefa Ehmed- Şanokar (Silêmanî)
Şemal Mihemed- Hunermend (Silêmanî)
Îbrahîm Ehmed- Hunermend (Silêmanî)
Xalid Babekir-Hunermend (Qeladiz)
İhsan Zîrek- Hunermend (Çemçemal)
Kurdan See Kurde-Nivîskar (Silêmanî)
Mihemed Elî- Nivîskar û sînemakar (Siwêd)
Şade Elî- Şêwekar (Silêmanî)
Maneya bêdengiya Barzanî