Manî hê li jiyanê ye, ola wî ji Çîn û Hindê, heta Ewrûpayê alîgiran dibîne. Ola wî hem ber bi rojhilat ve hem ber bi rojava ve belav bûye. Ola wî bi rojava ve gihiştiye Atlantîkê û bi rojhilat ve jî gihiştiye Pasîfîkê. 

Piştî lêkolînên sedsala 18’an zanînên li ser Manî hemû hatine guhertin. Hemû tiştên der barê wî de hatin gotin, bûn vir û derew. Êdî ne weke ku nêrînên olên fermî gotî, yekî ji olê derketî û ne jî dekbaz e ku xwestiye xwe nîşan bide. Li gorî hin lêkolîneran Manî zanyarekî ku oleke nû avakirî ye. Li gorî hinan dihayekî ku baweriya Zerdeşt, exleqê Buda, çanda Mîthra û hin nêrînên Xirîstiyaniyê kirî yek e. Li gorî hinan Manî, zanyarek e ku bi têkoşîna xwe xwestiye rojhilat û rojava, Zerdeşt û Îsa bigihînê hev. Di Manîyî de dualîzma Zerdeşt, baweriyên Hindî, olên sirûştî û Încîl di nav hev de hatine hunandin. Oleke mezin e, oleke xwedî pirtûk e, oleke tevgerkirî ye. Olek e ku xwestiye hemû olên mezin û biçûk di nav xwe de bimihîne. Manîyî oleke cîhanî û ji bona hemû mirovahiyê ye. 

Rastiya felsefa ola Manî li ser bingehê ronî û tariyê hatiye avakirin. Manî ola xwe afirandiye, ol saz kiriye û qanûnên exlaqî bi cîh kirine. 

Manî gelek ramanên xwe ji ramanên kevin standine. Lê kesê ku ev raman veguhestine ramaneke nû û cuda, ew bi xwe ye. 

Manî bi awirên hunermendekî li olê nihêriye û bi awirên oldarekî li hunerê nêriye. Hunermendiya Manî, ew kiriye peyamberê aştiyê. Manî bi qasî ku pêxember e, di heman demê de hunermend e jî. Ji şêwekarên yekem e. Ez bawer dikim ku ew, ne li erdnîgara Kurdistanê, lê li cihekî din bihata dinyayê, ew ê weke danînerê akadamiya ciwankariyê bihata zanîn. 

Manî bi zimanê ku herkes têbigihê sivik û sade hemû pirtûk û nivîsên xwe nivîsandine. 

Mirovên wekî Manî ku tevgereke wisa li dûv xwe hiştin, pirr kêm in. Ji ber vê yekê Michalel H. Hart di nav rêza kesên ku di dîrokê de bandora exleqê xwe li ser civakê hiştî de Manî di rêza 83´yan de nîşan dide. Yanî din nav bi sedhezaran zane pêxember û feylesofan de di rêza 83´yan de ye. Nêrînên Manî piştî mirina wî jî, di nav gelan de pir bi dilxweşî hatine pêşwazîkirin. Ev xweş pêşwazîkirina berheman, bûye sedema ku dijberên ola Manî pirr bibin. Bi taybet dêra Xirîstiyaniyê ku xwe wekîlê Îsa didît û oldarên ku xwe Zerdeştî didîtin li dijî baweriya Manî derketine. Piştre xelîfên Misilmanan û Tatarên Moxolî ev dîjberî dewam kirine. Piştî ku Xirîstiyaniya katolîkî dibe ola fermî ya Împaratoriya Roma, oldarên Manî gelek tadayiyê dibînin. Piştî kuştina Manî bi sê salan, dêra katolîkî kir ku Împaratorê Roma Diocletianus, di dused û heft û nehan de (279) li bajarê Skenderiyayê fermanê bide ku hemû berhemên Manî werine şewitandin. Ji ber ku ola Manî ji bona dêra Xirîstiyanên Katolîkî dibe reqîbê ku mirov jê bitirse, fermanê li oldarên wî radikin. Cara pêşî ew berhemên Manî dişewitînin û bawermendên Manî dikujin. Yên din jî wan dişopînin. Fermanên tinekirina nivîs û berhemên Manî bi sedsalan dewam dike. Xiristiyanên Katolîkî cihê ku pirtûk û nivîsên Manî lê dibînin li wir wan dişewitînin. Gelek caran bawermendên wî jî bi pirtûkên wî re dişewitînin. 

Li cihên din yê cîhanê jî êrîş û şewata berhemên Manî didomînin. Li Rojhilata Navîn ji êrîşên Misilmanan, ola Manî tadeya mezin dîtiye. Ji wan êrîşên tinekirina ol û çandên cuda, herî zêde ola Manî para xwe girtiye. 

Piştî şerê Qadisiyê û xirabkirina bajarê Qesra Xosrew û bajarê Tîsfon, li Rojhilata Navîn dergûşa ola Manî hildiweşe. Ev bajar heta êrîşên Ereban weke kelehên ola Manî dihatin zanîn. Bi wêranbûna wan re li Rojhilata Navîn dawî li ola Manî hat. 

Li Asya Navîn jî, ji sedsala nehan heta sedsala sêzdehan êrîşên li dijî ol û oldarên Manî dewam dikin. Bi dagirkeriya Moxolan a Asya Navîn re êdî oldarên Manî xwe vedişêrin. 

Li herderên cîhanê oldarên Manî mecbûr dimînin ku xwe di nav ol û rêolên cuda de veşêrin. Ola Manî jî, di nav ol û çandên din de bi navên cuda hatiye veşartin. Ola Manî bandora xwe li ser gelek ol û rêolên cuda kiriye. 

Oldaran hin berhemên wî bi xwe re veşartine. Lê mixabin şansê hemiyan çê nebûye ku werin veşartin. Pirraniya berhemên Manî ji şewatê rizgar nebûn û hatine tinekirin... 

Nivîsa min a bê wê li ser berhem û pirtûkên Manî be.