Piştî ku Tayyip Erdogan, zimanê Musollînî bi kar anî, çeng û lingê xwe weke yê Hîtler hejandin û çavên xwe weke yê Saddam beloq kirin, mimîkên Dêlegura Tansu Çîller bikaranîn, diyar bû ku ewê hêrs û hunerê xwe şanî Kurdan bide.
Piştî civîna li Enqerê ku konsolosê Iranê û konsolosê Emerîka cûda cûda bi serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan re civîn çêkirin, ferman û fetwa qirkirina Kurdan dest pê kir. Di encamê de, Ergenekona CHPê, Ergenekona MHPê, bi Ergenekona AKP’ê û cemaetê re bûne yek û seferberiya giştî li dijî gelê Kurd dane destpêkirin.
24 roj in ku hevdîtina parêzeran ya bi Abdullah Ocalan re, bi awayekî kîndarî tê asteng kirin. Yanî parçeyên komploya navneteweyî li gorî rêzê, kirin pratîkê. Pêşîîî, dagirkeriya hêzên Îranê dane destpêkirin, piştre destdirêjiyên li Suriye, astengkirina hevdîtina bi Ocalan re û niha jî dagirkeriya qirkirina giştî dane destpêkirin. Di dema ku Tayyip Erdogan, wek gizirê olê, hawariyê demokrasî, ‘welîyullahê’ xizan û birçiyan û lehengê rastmaliya cîhanê fetwa û fermana gelê Kurd da, BDPe û KCD hedef nîşan dan; nivîskar û rojnamevanên Tirk jî, bi hilma serxoşan li dahola şer dan.
Îcar, li dengê dahola şerxwaz; statukoparêz, dogmatîk, lîberal, çepgir û rastgirên rewîzyonîst, cemaet û kapîtalîst teva di xeta faşîzma kujer de bûne yek û di govenda qirkirina gelê Kurd de cih girtin.
Balzac, di romana “Sosina di Gelî de” dibêje; ez dikarim jiyana xwe radestî we bikim, lê vijdanê xwe naa!...” Lê çi veşartî, çi eşkere, faşîzm, faşîzm e û di encamê de rengê xwe distîne. Kilîda vê hişmendiya bextreş jî, tenê bi tevrê şoreşê dikare werê şikandin.
Erdogan jî, kosolosê Emerîka jî, konsolosê Îranê jî dema çûne serokwezareta Enqerê, ev rastî dîtin.
Lingekî din yê vî fetwa û fermanê, krîza aborî ku li devê deriyê Tirkiyê dide, lê hîna dergeh jê re ne hatiye vekirin. Erdogan jî, bi şerê li dijî Kurdan dixwaze ku, ejderhayê krîza aborî veşêre û gelê Kurd, Haraketa Azadiya Kurd, wek bizina nojek nîşan bide.
Min berî niha jî got: Dem wê werê ku Kurd jî, wê nikaribin Erdogan û AKPe xelas bikin.
Erdogan, lehengê faşîzma paşverû ye. Demekê ev rûdêna xwe, bi xwendina helbestên şoreşgeran, piştre bi şova Dawosê û bi demogojiya xwedî derketine li Xezayê û niha jî bûye ‘weliyullah’ê Somalî... Lê di pirsgirêka Kurdan de maskeya wî ket. Erdogan wek exlakê nû yê şoreşgeriya bi cemaet derbikeve holê. Heta îro jî, entelektuel û nivîskar jî di nav de, gelek kes xapandin. Lê Kurd, wê rûdena wî ya faşîzma paşverû eşkere bikin. Ji ber ku herî zêde di dema Erdogan de, polîsan, burokratan destdirêjî li jinan kiriye, herî zêde di dema Erdogan de, jin têne kuştin û bê exlakî jî zêde dibe. Her diçe, jin wek meta, wek mal dikevê bazarê û toreya “hewi”yan li Tirkiyê tê nîqaş kirin. Yanî, zewaca ji jinekê zêdetir...
Ev teva nakokiya demjiyana Erodgan in, îro bi mînyaturî têne axaftin, lê sibe û dusibe wê wek hefrîtan derbikavin pêşberî civakê.
Dibin pêşengiya Erdogan de, hêdî hêdî ji bedêla statuya civakî, statuya cemaetê pêşdikeve û mînaka “das deutsche” ya Hîtler, şanî mirov dide.
Mirov dikare vê nexşeya balkêş bi mînakan dîrêj bike. Erdogan û stratejisyenên AKP, paşerojan baş dixwînin û dixwazin ku, nakokî û pirsgirêkên mînyaturî, bi şerê li dijî Kurdan veşêrin. Ji ber ku paşerojên Tirkiyê reşbînî ye; krîza siyasî heye û krîza aborî jî li devê derî ye. Medya baş bikartînin û her roj bûyereke ku rojevê biguherin derdixin holê. Raya giştî ji rastiyê, ji rojeva bingheîn ya Tirkiyê dûr dikin.
Gelo heya kengî, wê dikaribin bi qotika/weba ya civakî bidin rawestandin?
Îdeolojiya dewleta faşîst, her dem pêdiviyê bi “futuhatê-fetihkirin”, bi dagirkeriyê dibîne. Yanî serketina eskerî. Erdogan, ji bo vê jî şûjina faşîzmê bikar tîne û paşverûtiya xwe bi vî rengî pîne dike.
Manîfestoya Erdogan şer e û dîrokê dike rekiha statukoparêziyê.
Dive ku Kurd jî manîfestoya yekîtiya li dijî faşîzma Erdogan sazkar bikin û rekiha Erdogan ku dixwaze herka dîrokê di rekiha statukoparêziyê de dîl bigire bişikîne.