Heyeta HDP û KCD'ê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re doh rûnişt. Heyet pêr jî bi serokê PDK´ê Mesûd Barzanî re rûniştibû. Heyet pêr wekî din bi Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê re civiya û hevserokê giştî yê HDP´ê Sezaî Temellî piştî civînê peyama “Divê Kurd bên ba hev” da.

Heyeta ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê Agiriyê Berdan Ozturk, Wekîla Serokê Koma HDP'ê û Parlamentera Mersînê Fatma Kûrtûlan, Alîkarê Hevserokên Giştî Nazmî Gur, Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve û Parlamentera Êlihê Feleknas Ûca, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re hevdîtin kir.

Heyet ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, Berpirsyarê Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê Kerîm Sîncarî, Berpirsyarê Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzayî, Berpirsyarê Têkiliyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê Ebdulselam Reşîd û Berpirsyarê Komîteya Têkiliyan a PDK'ê Elî Hisên ve hate pêşwazîkirin. Hevdîtin li çaplemeniyê girtî pêk hat. Heyetê piştre jî bi Serokatiya Parlamena Başûrê Kurdistanê re hevdîtin kir.

Divê Kurd bên ba hev

Şandeya HDP û KCD´ê pêr li paytexta Herêma Federe a Kurdistanê Hewlêrê bi Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê re civiya. Endamê Desteya Serokatiya Hîzbî Zehmetkêşanî Kurdistanê Saed Xelîd, Endamê Mekteba Siyasî Hîwa Seyîd Selîm û rêveberên partiyê heyet pêşwazî kir. Piştî pêşwazîkirinê, di navbera herdu aliyan de hevdîtineke li çapemeniyê girtî pêk hat.

Saed Xelîd got: “Hewldana sereke ew e ku di asta neteweyî de peywendî di navbera hêzên Kurdî de xurt bibe û hewldan bê dayîn ku guhertinên li Rojhilata Navîn bixin xizmeta berjewendiya gelê Kurd.”

Sezaî Temellî jî got: “Serdanên me wê 4 rojan dewam bike, em plan dikin ku di nava van 4 rojan de bi gelek partiyên siyasî û rêxistinan re bên ba hev. Pirsgirêka herî bingehîn a herêmê, bêguman pirsgirêka Kurd e. Em baş dizanin ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêka aştî û demokrasiyê jî çareser nabe. Ev pirsgirêk tenê li Tirkiyeyê nîne, pirsgirêkeke Rojhilata Navîn e, gerdûnî ye. Heger em werin ba hev, piştevaniyê bikin û li dijî polîtîkayên şer derkevin, wê demê em ê bi ser kevin.

Li dijî polîtîkayên şer û şidetê li herderê em bên ba hev, mil bidin hev, têkoşîna aştî û demokrasiyê bilind bikin, gelekî girîng e. Ji bo vê yekê pêwîste Kurd bên ba hev, di mijara yekîtiya neteweyî de hîn zêdetir hewl bidin û ji bo kombûna kongreya neteweyî herkes berpirsyariya xwe bi cih bîne.”

Civîna bi Barzanî re erênî bû

Şande beriya wê jî bi serokê PDK´ê Mesûd Barzanî re jî civiya bû. Beriya civînê, Sezaî Temellî axaftinek kurt kir û got, “Me xwest bi taybetî bên serdana cenabê te, em dixwazin vê ziyareta xwe ya 4 rojan baş derbas bikin. Em gelekî kêfxweş û şanaz in ku li vir in. Ji ber sedemeke girîng îro em li vir in.”

Mesud Barzanî jî xêrhatina şandeyê kir û diyar kir ku ew bi hatina şandeyê kêfxweş bûye. Piştre civînê li çapemeniyê girtî dewam kir.

Li pirseke rojnamevanan a têkildarî naveroka hevdîtinê piştre, Sezaî Temellî wê bigota, di hevdîtinê de wan qala yekîtiya neteweyî, kongreya neteweyî, girîngiya hatina ba hev a Kurdan kiriye û hevdîtin baş bûye.

 

HEWLÊR