Ji berê ve em Kurd ji kesê ku dikeve nav komekê yan jî civakekê û piştre nema dizane çawa ji nav derkeve û li derfetekê digere da ku ji aloziya ketiyê derkeve, dibêjin wekî marê ku ço li serî bikeve lê hatiye. Ger em îro li aloziya Sûrî ya ku ketiye sala xwe ya 10`an binêrin, biwêja “Marê ku ço li serî ketiye” ji bo Rûsyayê dikare were gotin.

Rûsya di destwerdana leşkerî ya aloziya li Sûrî de li kêleka rejîma Sûrî sekinî û di nava aloziyê de hêdî hêdî bû yek ji aktorên sereke. Rûsyayê bi destekdan û piştgiriya xwe ya mezin a da rejîma Sûrî, piraniya erdên Sûrî yê di bin dagirkeriya çeteyan de bi bikaranîna dewleta Tirk a dagirker hema bibêje hemû vegerand û ji nû ve xist bin serweriya rejîmê. Tenê parêzgeha Idlibê û erda ji Cerablusê heta Efrînê maye ku ew jî niha di bazarê de ye.

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker di 9`ê Cotmeha 2019`an de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û vekişandina hêzên DYA’yê ji herêmên Serêkaniyê-Girê Spî-Kobanê-Minbic-Tebqa-Reqa û dagirkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, Rûsya û rejîma Sûrî bi koordîneya bi QSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî re, derbasî herêma rojhilatê çemê Firatê bû. Rûsyayê, derbasbûna herêmên rojhilatê Firatê ango Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji xwe re wekî serkeftineke mezin dît, jixwe desthilata Rûsyayê derbasbûna herêmên rojhilatê Firatê wek serkeftina herî mezin a sala 2019`an bi nav kir. Bi vê yekê re jî Rûsyayê ji her demê zêdetir xwe wek kilîta çareseriya aloziya Sûriyeyê nîşan da.

Tevî hemû “serkeftinên leşkerî” yên Rûsya û rejîmê jî, lê hesabê mal û sûkê li hev nehat. Rûsya, rejîm, Îran û Tirkiyeyê texmîn dikir ku bi derbasbûna Rûsyayê ya nava herêmên Rêveberiya Xweser wê her tişt li gorî ku ew dibêjin bi dawî bibe ango Rêveberiya Xweser wekî sîwana siyasî ya rêvebirina herêmê were rakirin û hêzên QSD`ê jî bikevin bin fermandariya Rûsya û rejîmê û êdî tiştek bi navê şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûrî nemîne. Lê bi saya berxwedana QSD û siyaseta Rêveberiya Xweser û hevgirtina gelên herêmê, texmîn vala û pûç derketin.

Piştî têkçûna hevpeymanên bi navê Soçî û pûçbûna xebatên Komîteya Destûrî û cudanekirina komên radîkal û komên opozîsyonê ji aliyê dewleta Tirk ve, her wiha bi guherîna hevsengiya cîhanî piştî belavbûna şewba Koronayê û cezayên aborî li ser rejîma Sûriyeyê, êdî Rûsya li şûna destkeftiyên leşkerî, li rêyeke siyasî digire da ku destkeftiyên leşkerî ku di aloziya Sûriyê de bi dest xistine ji dest neçin û wan destkeftiyên leşkerî bike ku di bin sîwaneke siyasî ya rewa de bihêle da ku ji aliyê tevahiya cîhanê ve were erêkirin.

Lê Rûsya dizane ku bi mayîna Beşar Esed li ser desthilata Sûriyeyê wê hemû destkeftiyên xwe winda bike, ji ber ku civaka navdewletî wisa Esed bi tenê rihet nahêle û dê her rojekê were cezakirin. Xala din jî ew e ku ger Rûsya opozîsyona ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê birêvebirin, wek alternatîfa Esed hilbijêre, dizane ku dê di vir de jî winda bike. Ji ber ku êdî Sûrî dê ji aliyê dewleta Tirk û Îxwanî Muslimîn ve were birêvebirin û di heman demê de, komên çekdar ên girêdayî oposîzyona Sûrî piraniya wan radîkal in û di lîsteya terorê ya cîhanê de ne, mîna Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê), bi vê yekê jî wê Rûsya destvala ji Sûriyeyê derkeve.

Kurtûkurmancî, rewşa Rûsyayê di aloziya Sûriyeyê de ya herî xirab e, lewra li rêyeke siyasî û rewa digire da ku hebûna xwe li herêmê bi hêz bike û nakokiyên dawîn ên di navbera Beşar Esed û kurê xalê wî Ramî Mexlûf de ku ji aliyê Rûsyayê ve tê destekkirin, di vê çarçoveyê de ne. Nexasim çapemeniya Rûsyayê di demên dawîn de çûyîna Beşar Esed li ser hukim xistiye rojeva xwe.

Lê eger Rûsya itîrafê bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê bike û navbeyankariyê di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de bike û Sûriyeke nenavendî li ser bingehê ku hemû hêzên nîştimanperwer û opozîsyona ku destê wê di rijandina xwîna gelê Sûriyê de tune be, were avakirin, wê demê Rûsya dê bibe xwedî hêzeke bibandor li herêmê.