LEZGÎN AKDENÎZ / MA / AMED
Ya herî xerab ew e ku meseleyek jî nehatiye çareserkirin. Êş li ser vê axê mayînde dibin. Meseleya me ya esasî ew e ku divê em xwedî li mîrateya dîrokî û çandî ya Amedê derkevin.Li Amedê îsal 6’emîn Fuara Pirtûkan wê bê lidarxistin. “Mêvanê Rûmetê” yê Fuarê jî nivîskar Migirdiç Margosyan e ku bi xwe ji Diyarbekirê ye. Wî ji bo Diyarbekir û helwêsta xwe ya çandî got, “Divê em xwedî li mîraseya çandê ya Amedê derkevin.”
Ji aliyê TUYAP’ê ve bi beşdariya 120 weşanxaneyan îsal 6’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê di navbera 25-30’ê Îlonê de li Navenda Kongre û Fuarê wê bê lidarxistin. Fuar 5 rojan wê vekirî be û panel, gotûbêj, xebatên atolye û zarokan pêk bîne. Qederê 60 xebatan li fuarê wê bên birêvebirin. Nivîskar li dezgehên weşanxaneyan wê pirtûkên xwe îmze bikin. “Mêvanê Rûmetê” yê fuara îsal nivîskar Migirdiç Margosyan e. Margosyan bi berhemên xwe yên ku Amedê vedibêjin, tê nasîn.
Hêviya pirrengî û bîhnvedanekê
Margosyan anî ziman ku lidarxistina fuarê ya piştî sê salan, dê wî bextewar bike û got, “Fuar hatina ba hev a nivîskar û xwîner misoger dike. Ez hêvîdar im ku fuar di warê pirrengiyê de wê dewlemendiyê bîne. Ez hêvîdar im ku ev fuar ji bo Amedê wê bibe bîhnstendinek.”
Esasê meselê çand e
Margosyan bal kişand ser atmosfera rageşiyê ya li Tirkiyeyê û her wiha zexta dewleta Tirk li Kurdistanê jî û wiha dewam kir: “Meseleya, tiştek nîne nabe. Heke ev mesele hebe û tê înkarkirin, ev ê bêhtir bibe mesele û bi vê rêbazê nayê çareserkirin. Ji welatê me tu demê mesele xelas nabin. Her kes tê, tiştekê dike û ew mesele dimîne. Hemû mesele hatine kûrkirin. Ya herî xerab ew e ku meseleyek jî nehatiye çareserkirin. Êş li ser vê axê mayînde dibin. Meseleya me ya esasî ew e ku divê em xwedî li mîrateya dîrokî û çandî ya Amedê derkevin. Divê êşa diqewime bê dermankirin û ez vê yekê tercîh dikim.”
Pirtûkên Margosyan ên bi Tirkî, Ermenî û Kurdî wiha ne: “Kirveme Mektuplar (Name ji kirîvê min re), Gavur Mahallesi (Taxa Gawiran), Dicle Kıyılarında (Li ber perên Ava Mezin), Bizim O Yöreler (Ew deverên me), Ka bêje Margos, tu ji ku yî, Biletimiz İstanbul’a Kesildi (Bilêta te ya ji bo Stembolê hat kirrîn), Tanrının Seyir Defteri (Sefernameya Xwedê), Zurna (Zirne), Kürdan (Darikê diranan), Çengelli İğne (Fîlket).”