Ew modeya lixwekirina cilûbergan a ku jê re streetwear tê gotin û berê bi bineçandên “skate” û “hip-hop”ê ve dihat girêdan, niha vediguhere mainstream modeyê. Divê mainstreamê de Kurdek jî heye ku nexasim bi markeya Urban House DXB derkete pêş.  Xwediyê wê Soran e, ku ji bo karê xwe dibêje, “Wilo, ew tişt bi min re peyde bû ku ez ticaretê bikim, û diviyabû ji binî ve fêrî her tiştî bibim. Min ti carî mode nexwend. Lê timî bala min li ser bû û min ji xwe re got, çima na!”

Bi vê çima nayê û ji ber u ew Kurdek bû ku li Londonê mezin bû jî beriya bi sê salan wî markeya Officially Swagged kirî û navê Urban House DXB lê kir. Axir niha ew li Emîratên Yekbûyî yên Ereb di bazarê de xurt e û modeya streetwear de jî li vî welatî cihekî girîng digire.

 

  EBÛ DABÎ